Bîlgen: Em ê biryara xwe ya dawî hefteya bê eşkere bikin

Berdevkê HDP'ê Bîlgen diyar kir, ew ê biryara xwe ya dawî ya li ser xebatên Meclîsê, heta destpêka hefteya bê eşkere bikin.

Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navenda giştî ya partiyê li hev civiya. Di vê civînê de nexşerêya dema pêş û helwesta li ser xebatên Meclîsê hat nirxandin.

Berdevkê partiyê Ayhan Bîlgen li ser rojeva civînê daxuyanî da.

Bîlgen diyar kir, piştî girtina Hevserok û parlamenterên wan, ji ber ku nikarin bikevin hundirê avahiya navenda giştî ya partiyê, civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiyê li Amedê pêk anîne.

Bîlgen anî ziman, ku di civînê de hin biryar hatine girtin, lê belê ji bo wergirtina biryara dawî, plansaziya hin mijaran kirine. Bîlgen got, "Di nava vê dema bihurî de, ji ber dewamkirina girtinan, tecrîda li ser hevserokên me û nîqaşên li ser destûra bingehîn a partiyê, me biryar dan civîna Meclîsa Partiyê pêk bînin."

'EM Ê CIVÎNÊN LEZGÎN LIDAR BIXIN Û BI LEZ BIRYARÊ BIGIRIN'

Bîlgen wiha dewam kir: "Piraniya hevalên me di wê baweriyê de ne ku divê biryara li ser xebatên Meclîsê bi lez û bez were dayîn. Lewma em ê îro civîna Desteya Rêveberiya Navendî îro pêk bînin û eger pêkan be, em ê bi hevserokên xwe yên bajaran û koma partiyê re civînên lezgîn pêk bînin. Bi vî awayî em ê biryara xwe ya dawî ya li ser tevlîbûn-tevlînebûna li xebatên meclîsê bi lez bidin."

QEYÛM

Li ser tayînkirina qeyûman Bîlgen got, "Ev wêne bi rengekî vekirî, nenaskirina vîna gelê xwecihî ya di Plana Şark Islahatê de cih digire, radixe pêş çavan. Kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin, nîşan didin ku ew vê zîhniyetê dewam dikin. Heta niha li 34 şaredariyan qeyûm hatine tayînkirin ku 4 jê bajarên mezin û 5 jî bajar in. Li 52 şaredariyan jî rêveber ji wezîfeyê hatin girtin, 39 hevşaredar hatin girtin. Di rêha serokatiya hin kesan de dixwazin partiya me bikin qurban. Lê em ê destûrê nedin vê yekê."

Bîlgen piştre bersiv da pirsên rojnamevanan.

BIRYAR WÊ HEFTEYA BÊ WERE EŞKEREKIRIN

Têkildarî helwesta wan a li ser xebatên Meclîsê Bîlgen got, "Em ê biryara xwe ya dawî ya li ser mijarê heta destpêka hefteya bê zelal bikin û di civîna koma partiyê de bi raya giştî re parve bikin."