Bîlgen: Di tûra duyemîn de destê me wê xurtir bibe
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de namzetê wan dikare ji tûra duyemîn re bimîne û got, "Destê me wê di tûra duyemîn de xurtir bibe."
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de namzetê wan dikare ji tûra duyemîn re bimîne û got, "Destê me wê di tûra duyemîn de xurtir bibe."
Ayhan Bîlgen ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û tifaqên gengaz û plansaziya HDP'ê ya li ser hilbijartinê nirxand.
Bîlgen da xuyakirin ku di mijara tifaqên gengaz du pêşniyar derkevin holê û got, "Bi giranî tê gotin ku IYI Partî bi bloka rastgir re tevlî hilbijartinê bibe, partiyên mîna CHP û HDP jî di blokeke din de tevlî bibin. Yanî li şûna blokekê, bi du blokan tevlîbûn çêbibe.
Bîlgen got, "tercîha me ew e ku bi hevparî, bi lihevkirinê tevbigerin" û wiha dewam kir: "Di mijara Serokkomariyê de em dixwazin bi kampanyayeke xurt bi namzetên xwe tevlî tûra yekemîn bibin. Û namzetê xwe bigihînin tûra duyemîn."
Bîlgen diyar kir ku destê HDP'ê wê di tûra duyemîn de xurt bibe û got, "Destê me wê bi giranî di tûra duyemîn de xurt bibe. Ji ber ku eger namzetê me ji tûra duyemîn re bimîne ji xwe baş e. Eger namzetekî din ê mûxalefetê derbasî tûra duyemîn bibe, bêyî dengê me, bêyî ku xîtabî girseya me bike, wê nikaribe bi ser bikeve. Ev yek ji bo Erdogan jî nepêkan e."
Bîlgen got, "Em di wê baweriyê de ne ku di tûra duyemîn de eger ji 2 namzetan zêdetir namzet bên nîşandan, ev yek wê ji bo mûxalefetê avantaj be."
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen destnîşan kir ku Erdogan dibe ku bikeve nava panîkeke din a mezin û got, "Dema ku desthilatdarî di tûra yekemîn de bi ser neket, bi taybetî jî gava piraniya endamên parlamentê wernegirt, wê bikeve nava panîkeke mezintir û şaşitiyên mezintir bike."