Bîlgen: Êrîşa li dijî goristanan nîşaneya xelasbûnê ye

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen got, "Eger hûn êdî cenaze û miriyan weke gefekê dibînin, eger nivîseke li ser kêlan we dixe nava tirs û fikaran, hingî hûn xelas bûne."

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, êrîşa faşîzma AKP'ê ya li dijî goristanên gerîla yên li Bedlîs û Gimgimê nirxand û destnîşan kir ku ev êrîş ji aliyê sîstemê û rejîmê ve tê wateya nîşaneya xelasbûnê.

Bîlgen got, "Dema mirov li dîroka mirovahiyê dinihêre, yek ji nirxên hevpar jî rêza li hemberî cenazeyan e. Hurmeta ji bo cenazeyan e û divê merasîmên cenazeyan li derveyî her cure hesabên siyasî bi rêzgirî bên pêşwazîkirin. Tu ol û bawerî heqaret, biçûkxistin û êrîşa li hemberî goran qebûl nake. A rast xala dawîn a nexweşîna serdestiya netewe dewletê ye." 
 
Îktîdar êrîşên goristanan jî wek polîtîkaya "ewlehiyê" dinirxîne. Berdevê HDP'ê Bîlgen ji bo vê yekê jî wiha got: "Wek polîtîkaya ewlehiyê ravekirina vê yekê dûrî ji aqil e. Eger hûn êdî cenaze û miriyan weke gefekê dibînin, eger nivîseke li ser kêlan we dixe nava tirs û fikaran, hingî hûn xelas bûne."
 
Bîlgen destnîşan kir ku êrîşa li hemberî goristanan zirarê dide aştiya civakiyî. Bîlgen diyar kir ku vê bêtehamuliya li hemberî cenazeyan nayê qebûlkirin û ev tişt gotin: "Ev weziyeta dînîtiyê derdixîne holê. Ev di civakê de tê wateya şikandina baweriya jiyana bi hev re. Ev helwesteke provakatîf e. Ferzkirina yek tîpî ya li girtîgehan, nêzîkatiya êrîşa li hemberî Efrînê û êrîşên li hemberî cenazeyan tam provakasyon e."