Bildt: Ji ber ku Tirkiye krîterên xwe yên polîktîk pêk nayne pêşveçûn çênabe

Bildt: Ji ber ku Tirkiye krîterên xwe yên polîktîk pêk nayne pêşveçûn çênabe

Wezîrê Karê Derve yê Swêdê Carl Bildt, diyar kir ku ew li Tirkiyeyê piştgiriyê didin mafên jinan û mirovan û destnîşan kir ku ew û wezîrên di bin kabîneya wî de dema bi rayedarên tirk re hevdîtin pêk anîne binpêkirinên mafan û azadiya ramanê anîne rojevê. Bildt diyar kir ku Tirkiye ji bo krîterên xwe yên polîtîk bîne cih pêşvçûnek pêk neanîne got ew bi fikar li vê temaşe dikin.

Parlamenterê Partiya Çep ya Swêdê Amîneh Kakabaveh, pêşnûmepirsek der barê binpekirina mafan a li Tirkiyeyê de pêşkêşî hikûmeta Swêdê kir û di pêşnûmeyê de hate pirsîn ku ew dikarin çi bikin. Wezîrê Karê Derve Bildt bersiv da pêşnûmepirsê û diyar kir ku Tirkiye ji bo ku krîterên xwe yên polîtîk bîne cihe qet pêşve neçûye û got ew bi fikar li vê rewşê dinêre.

Bildt di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Swêd ji bo di mafên jin û mirovan hêzek pêk were divê di pergala hiqûqê de reform bê kirin û demokrastiya herêmî diparêzin û wiha got: “Em ji bo piştgiriya mafê mirovan û jinan ya Tirkiyeyê her sal 87 mîlyon alîkarî didin.  Wekê mînak em dikarin Bîanet ku der barê mafên jinan de nûçeyan çêdike û Kaderê ku xebatên jinan dimeşîne bidin.”

Bildt got bi hevkariya Yekitiya Ewropayê re  xebatên demdirêj dimeşînin û bi aktorên cuda yên Tirkiyeyê re hevkariyê dikin û piştgiriyê didin saziyên civaka sivîl û piştigiryê didin azadî û mafê mirovan. Li Tirkiyeyê pêvajoya reformê li gorî berê kêm bûye.

 Derbarê mijarê de Kakabaveh nêrînên xwe anî ziman û  ez hevdîtinên Bîldt û wezîrên kabîneya wî ya bi rayedarên tirk re erênî dibînin, lê kêm jî dibînin.  Kakabaveh xwest ji bo  siyastmedar û rojanmegerên kurd bên berdan divê pêngavên şênber bên avêtin.

Kakabaveh k udi pêşnûmeya xwe de doza Pinar Selek jî anî rojevê û got divê Swêd li dijî vê bê deng nemîne û helwesta Carl Bildt rexne kir