Bîlançoya şerê Kobanê ya ku ket roja 15’emîn
Bîlançoya şerê Kobanê ya ku ket roja 15’emîn
Bîlançoya şerê Kobanê ya ku ket roja 15’emîn
Li Kobanê duh êvarê li çar eniyên Rojhilat-Rojava-Başûrrojava û Başûr şer û pevçûnên dijwar pêk hatin. Di van şer û pevçûnan de 57 çete hatine kuştin. Her wiha di şer û pevçûnan de 5 şervanên YPG'ê û 4 şervanên Burkan El Firat jiyana xwe ji dest dan. Li Cezaa û Şengalê jî li dijî çeteyan şer didomin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku ji hemû eniyan çete bi tank û wesayîtên zirxî êrîşî Kobanê dikin û hat gotin ku YPG di roja 15’emîn de li dijî çeteyan li ber xwe dide.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 15'an de dewam dike. Hêzên çete ji hemû eniyan bi tank û wesayîtên xwe yên zirxî êrîşî Kobanê dikin, lê li hemû eniyan rastî berxwedana hêzên me tên. Hêzên me li hemû eniyan bi çalakiyên xwe derbên giran li çeteyan didin.
Li rojhilatê herêmê gundê Kazîka, li rojava li girên Siftekê, li başûr-rojava gundê Mînaze û li başûr jî derdora gundê Gulmetê duh tevahiya roj û şevê şerê dijwar qewimîn. Tevî vî şerê dijwar, hêzên me li gelek deveran çete xistin kemînan û derb li wan dan. Di tevahiya şer de li gorî hatiye tespîtkirin 57 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Her wiha tankeke çeteyan hate rûxandin.”
5 ŞERVANÊN YPG'Ê Û 4 ŞERVANÊN BURKAN EL FIRAT JIYANA XWE JI DEST DAN
Hate diyarkirin ku di van pevçûn û çalakiyan de 57 çete hatine kuştin û tankek jî hatiye rûxandin.
Her wiha hat destnîşankirin ku di vî şerî de 5 şervanên YPG û 4 şervanên di nava Bûrkana El Firat bi qehremanî şer kirin û gihîştin şehadetê.
LI CEZA Û ŞENGALÊ ŞER Û PEVÇÛN DIDOMIN
Li başûr-rojavayê Cezaa li gundên Misterîha, Kenhû, Hemedan û li gundê Dugura yê Şengalê êrîşên DAIŞ'ê dewam dikin. Hêzên me li van deveran pêşveçûna çeteyan daye rawestandin, tankek rûxandin û bi dehan çete hatin kuştin. Şerê li herêmê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Agahiyên berfireh yê vî şerî jî wê paşê ji raya giştî re were aşkerakirin.