Bîlançoya Parqa Gezî: 2 mirî 4 hezar û 355 birîndar

Bîlançoya Parqa Gezî: 2 mirî 4 hezar û 355 birîndar

Di çalakiyên piştgiriya berxwedana Parqa Gezî de ji ber sedema şîdeta polîsan hejmara birîndaran 4 hezar derbas kir. Li gorî agahiyên ku Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) daye heta niha di encama şîdeta polîsan de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye, 47 kes bi giranî, 4 hezar û 355 kes birîndar bûne.

Yekitiya Tabîbên Tirk der barê rewşa tenduristiya çalakgeran de daneyên hekîm û odeya tabîban aşkera kir.  TTB’ê agahiyên hekîman yên der barê çalakiyan de ji 5’ê hezîranê saet ji 18.00’an heta niha vegot.

Di bûyerên li seranserê Tirkiyeyê ya Parqa Gezî de hejmara birîndaran her diçe zêde dibe. Li gorî TTB’ê li 12 bajaran birîndar hene û bi giştî 4 hezar û 355 kes bi birîndarî serî li nexweşxaneyê dane.

Hate diyar kirin ku heta niha 2 kes mirine, 47 bi giranî birîndar bûne. 2 heb li Enqereyê û yek jî li Eskîşehîrê kes rewşa wan krîtîke. Ligel birîndarên giran 18 kesan jî travmaya serî derbas kirine.  10 kesan çavên xwe wenda kirine û hat hîn ku patreşka kesekî jê hatiye girtin.

POLÎSEK MIR

Li aliyê din di çalakiyê piştgiriya parqa Gezî de roja çarşemê li Edeneyê di çalakiyê de komîser Mustafa Sari dema dabû du girseyê ji pîrê de ket û giranî birîndar bû. Sari îro li nexweşxaneyê mir.