Bîlançoya meha çile ya sektora madenê:16 mirî û 96 birîndar
Bîlançoya meha çile ya sektora madenê:16 mirî û 96 birîndar
Bîlançoya meha çile ya sektora madenê:16 mirî û 96 birîndar
Tikriye k udi nava welatên cîhanê yên herî zêde qezayên kar dibide cih digire, di meha çile de di sektora madenê de meşek bi êş bû. Sendîkaya Karkerên Lêgerîn û Çêkirina Madenê y Şoreşger a Tirkiyeyê (Dev. Maden-Sen) diyar kir ku di meha çile de ji ber ‘qezayên kar’ 16 kes mirine û 96 kes jî birîndar bûne.
Dev Maden-Senê wiha got: “Kesên vî welatî bi rêve dibin, li şûna tiştên pêwist bike, piştî her qezayekê, derdikevin û rondikên derewîn dibarînin.”
Di daxuyaniya ku hate dayîn de hate diyarkirin ku hikûmeta AKP’ê bi hincetên nelihevkirina aliyan, Qanûan Peymana Kar a Giştî û Grevê dernexistine û wiha got: “Desthilatdariya siyasî îtîrazên DÎSK’ê baldar nagire û ya xwe dike.Qanûna Peymana Kar a Giştî û SendÎkayan a Hejmar 6356 di meclisê de derbaskiriye û di 7’ê mijdara 2012’an de di rojnameya fermî de weşandiye.
Ez qanûna di 26’ê çileyê 2013’an de di rojnameya fermî de hate weşandin bi gelek aliyên xwe xwedî taybetiyên antîdemokratîkin. Ji ber encamên xwe yên ku derxistine holê nîşan dide ku pêkanînên 12 îlonê didomîne.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin k udi meha çile de ji ber qezayên kar di sektora madenê de meheke bi êş bû û wiha got: “16 karkeran jiyana xwe ji dest da û 96 kes jî birîndar bûn. Her sal hinek din zêdetir kar dimirin. Di meha çile de di 12 qezayên kar de 4 karkerên madenê kirine û 13 jî birîndar bûne.