Bîlançoya êrîşa li dijî hilbijartî û şaredariyan

Êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê bênavber dewam dikin. Tevî Hevserokên HDP'ê, parlamenter û Hevserokên DBP'ê, 37 Hevşaredarên DBP'yî ji aliyê AKP/Qesrê ve dîl hatin girtin.

Rejîma AKP/Qesrê ku heta niha ya dixwest li Kurdistanê bi dest nexist, bi 'xêra' Rewşa Awarte êrîşî destketiyên gelê Kurd dike.

Di çarçoveya êrîşên qirkirina siyasî de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, Berdevka Demê ya KJA'yê Ayla Akat Ata, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak hatin girtin. Hevşaredarên gelek bajaran, endamên Desteya Rêveberiya Navendî, Meclîsa Partiyê û endamên partiyê yên HDP û DBP'ê hatin girtin. 

Heta niha 34 şaredariyên DBP'yî yekser, 4 jî neyekser bi rêya qeyûm hatine desteserkirin. Li dijî 38 şaredariyên DBP'yî darbeyeke sivîl hatiye kirin.

ŞAREDARIYÊN QEYÛM LÊ HATINE TAYÎNKIRIN Û RÊJEYA DENGÊN WAN

Rêjeya dengên şaredariyên DBP'yî yên bi rêya qeyûm hatine desteserkirin bi vî rengî ye:

* Şaredariya Êlihê, ji sedî 55.89 ê dengan bi dest xist. Alîkarê Walî Şeref Aksoy weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Colemêrgê ji sedî 66.83 ê dengan bi dest xist. Alîkarê Walî Coney Epçîm weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Giyadînê ji sedî 48.43 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Mekan Çevîren weke qeyûm hat tayînkirin.

*Şaredariya Qubînê ji sedî 50.45 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Mûstafa Maslak weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Kercewsê ji sedî 52.43 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Unal Koç weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Farqînê ji sedî 69.55 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Mûrat Kutuk weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Sûrê ji sedî 54.41 ê dengan bi dest xist. Alîkarê Walî Bîlal Ozkan weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Xinûsê ji sedî 39.08 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Bulent Ay weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Tozanê ji sedî 51.67 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Îbrahîm Cîvelek weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Kerboranê ji sedî 60.16 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam M. Yaşar Yeşîltaş weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Dêrikê ji sedî 64.4 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam M. Fatîh Safiturk weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Şemrexê ji sedî 61.71 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Halît Benek weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Nisêbînê ji sedî 78.78 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Ergun Baysal weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Kopê ji sedî 45.84 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Omer Şahîn weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Dihê ji sedî 52.37 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Mûrat Dayanç weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Pirsûsê ji sedî 52.58 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Tarik Açikgoz weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Cizîrê ji sedî 81.61 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Ahmet Adanûr weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Silopiyayê ji sedî 78.19 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Savaş Konak weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Hezexê ji sedî 78.9 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Ersîn Tepelî weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Artemêtanê ji sedî 50.91 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Îbrahîm Ozkan weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Erdîşê ji sedî 49.43 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam M. Şîrîn Yaşar weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Rêya Armûşê ji sedî 48.32 ê dengan bi dest xist. Alîkarê Walî Onder Can weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Qelqeliyê ji sedî 71.62 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Serdar Karal weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Îkîkopru ji sedî 56.22 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Mûstafa Maslak weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Xoşxeber ji sedî 61.75 ê dengan bi dest xist. Alîkarê Walî Bîlgehan Karafîl weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Hênê ji sedî 45.8 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Yûsûf Tûran weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji sedî 55.32 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Cûmalî Atîlla weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Şirnexê ji sedî 60.91 ê dengan bi dest xist. Alîkarê Walî Tûran Bedîrhanoglû weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Gimgimê ji sedî 63.40 ê dengan bi dest xist. Qeymeqam Mehmet Nûrî Çetîn weke qeyûm hat tayînkirin.

* Şaredariya Bedlîs Ahlat - Ovakişla ji sedî 35.12 ê dengan bi dest xist.

Rejîma AKP'ê herî dawî li Şaredariya Sêrtê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Dersîmê qeyûn tayîn kir û dest danî ser vîna gel. 

HEVŞAREDARÊN DBP'YÎ YÊN GIRTÎ

1 - Adîle Kozay - Wekîla Hevşaredarên Geverê

2- Dîlek Hatîpoglû - Hevşaredara Colemêrgê

3- Nûrûllah Çîftçî - Hevşaredarê Colemêrgê

4- Sevîl Rojbîn Çetîn - Hevşaredara Artemêtanê

5- Handan Bagci - Hevşaredara Qelqeliyê

6- Alî Çam - Hevşaredarê Bajarokê Xoşxeber ê Îdirê

7- Dîba Keskin - Hevşaredara Erdîşê

8- Rahmî Çelîk - Hevşaredarê Kopê

9- Bûrhan Kocaman - Hevşaredarê Navçeya Depê ya Elezîzê

10- Cennet Ayik - Hevşaredara navçeya Depê ya Elezîê

11- Zeynep Şîmşîk - Hevşaredara Kerboranê

12- Seyran Argan - Hevşaredarê Elkê

13- Abdurrahman Çagan - Hevşaredarê Erdîşê

14- Abdulkerîm Erdem - Hevşaredarê Dêrikê

15- Sabahat Çetînkaya - Hevşaredara Dêrikê

16-  Hazal Aras - Hevşaredara Giyadînê

17- Kasim Aggun- Hevşaredarê Bajarokê Xoşxeber ê Îdirê

18 - Aygun Taşkin - Hevşaredara Erxeniyê

19 - Fîgen Yaşar - Hevşaredara Kopê

20- Nazmî Çoşkûn - Wekîlê Hevşaredarên Colemêrgê

21- Şerafettîn Ozalp - Hevşaredarê Qelqeliyê

22- Nevîn Oyman - Hevşaredara Hezexê

23- Tulay Karaca - Hevşaredara Tatosê ya Erzîromê

24 - Abdûrahman Zorlû - Hevşaredarê Hênê

25 - Mehmet Mûhdî Aslan - Hevşaredarê Hezexê

26 - Zîlan Aldatmaz - Hevşaredarê Navçeya Sarav a Wanê

27 - Gultan Kişanak - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê

28 - Firat Anli - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê

29 - Sûna Atabay - Hevşaredara Ebexê

30 - Ahmet Demîr - Hevşaredarê Bajarokê Ovakişla

31 - Servîn Karakoç - Hevşaredara Bajarokê Ovakişla

32 - Sabîte Ekîncî - Hevşaredara Gimgimê

33 - Huseyîn Guneş - Hevşaredarê Gimgimê

34 - Kadîr Konûr - Hevşaredarê Cizîrê

35 - Tûncer Bakirhan - Hevşaredarê Sêrtê

36 - Mehmet Alî Bûl - Hevşaredarê Dersîmê

37 - Nûrhayat Altûn - Hevşaredara Dersîmê