Bîlançoya çalakiyên Geziyê: 5 mirî 11 hezar û 823 birîndar

Bîlançoya çalakiyên Geziyê: 5 mirî 11 hezar û 823 birîndar

TÎHV'ê diyar kir ku di çalakiyên parqa Gezî de 3 çalakvanan polîsekî û karkerekî paqijiyê bi giştî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 hezar û 823 kes jî bi gazên kîmyevî birîndar bûn û serî li nexweşxane û revîrên dildar da.

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkildarî çalakiyên Parqên Gezî de daxuyanî da û diyar kir ku li hemberî Projeya Parqa Gezî di 28'ê adarê de bûyeran dest pê kir û li hemberî bûyeran polîsan bi tund şîdet pêk anî. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çalakiyên li 77 bajaran belavbûn di roja 18'an de berdewam dikin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Navenda çalakiyên Stenbolê Parqa Gezî bû. Piştî polîs ji Qada Taksîmê vekişiya heya 11'ê hezîranê ti pevçûn neçêbûn. Çalakiyên li taxa Gazî yên her roj saet di 21.00'ê de dest pê kirin rastî êrîşên polîsan ên tund hatin û li hemberî çalakiyan bombeyên gazê û ava şid hatin bikaranîn. Li Enqere jî çalakî li Parqa Kugulu berdewam kirin û polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk mudaxele kir. Ji ber şîdeta hêzên ewlehiyê gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin."

TÎHV'ê, anî ziman ku civakê piştgirî da çalakvanan û ji ber polîsan çalakî neparastin Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di 12-13'ê hezîranê de bi hunermend û rayedarên odeyên pîşeyî hevdîtin kirin û di encama hevdîtinan de biryara dadê fikra referandumê pêşket. TÎHV'ê da zanîn ku di roja 15'an de serê sibê polîsan êrîş li Qada Taksîmê kir û bi ser avahiya SDP'ê ya Stenbolê de girt û 70 kes binaçavkirin û lêpirsîna wan hêj berdewam dike.

TÎHV'ê destnîşan kir ku li gorî TTB'ê 11 hezar û 823 kes di çalakiyan de birîndar bûn û an jî ji ber gazên kimyevî bi bandor bûn serî li nexweşxane û revîrên dildar dan û wiha hate gotin: "Mixabin ji ber çalakiyan 3 çalakvanan, polîsekî û karkerekî paqijiyê bi giştî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji 14'ê hezîranê li gorî daneyên TÎHV'ê 2 hezar û 636 kes hatin binçvkirin. Heya niha 2 kes hatin girtin. 48 kes ji ber peyamên twîtterê hatin binçavkirin."