Bîlançoya berxwedana Gezî: 2 mirî, herî kêm 4 hezar 177 birîndar

Bîlançoya berxwedana Gezî: 2 mirî, herî kêm 4 hezar 177 birîndar

Odeya Tabîb û Hekîman der barê çalakiyên ku piştî şermezarkirina projeya Parka Geziyê rû dan û 9 rojin berdewam dikin agahî kom kirin û diyar kirin ku di destwerdana polîsan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 43 jê giran 4 hezar û 177 kes birîndar bûne. 

Çalakiyên ku li dijî Projeya Parka Gezî li Taksimê rû dan û li hemû Tirkiyeyê belav bûn 9 rojin berdewam dike. Der barê birîndar û destwerdana polîsan de Odeya Tabîban û Hekîman lêkolîn kir û dane kom kirin. 

Odeyê têkildarî bûyeran rapor eşkere kir û diyar kir ku di nava 8 rojan de Li Stenbolê, mirovekî jiyana xwe ji dest da, 12 jê bi giranî bi tevahî hezar û 505 kes birîndar bûn. 5 kes jî kor bûn.
Li Hatayê kesekî jiyana xwe ji dest da, li Îzmîrê 2 jê giran 800 birîndar.
Li Enqereyê 19 jê giran hezar û 88 kes birîndar bûn, 1 kes di koma de ye. 
Li Edeneyê 5 jê giran 117 kes birîndar bûn. 
Li Eskişehirê 3 giran bi tevahî 300 kes birîndar bûne. 
Li Muglayê 1 jê giran 50 kes birîndar bûn. 
Li Bûrsayê 2 birîndar bûn. 
Li Balıkesirê 155 birîndar bûn. 
Li Kocaeliyê 10 birîndar 
L Antalyayê 1 jê giran 150 birîndar, bi tevahî 4 hezar û 177 kes birîndar bûn û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.