Bîlançoya 9 saetan a Taksîmê: 100 birîndar, 120 binçavkirî
Bîlançoya 9 saetan a Taksîmê: 100 birîndar, 120 binçavkirî
Bîlançoya 9 saetan a Taksîmê: 100 birîndar, 120 binçavkirî
Pevçûnên ji ber destwerdana polêsan a ji serê sibê û vir ve li Taksîmê destpê kirin, dewam dikin. Heta niha herî kêm 100 kes birîndar bûne, 49 jê parêzer 120 kes hatine binçavkirin.
Li Qada Taksîmê, êrişên polêsan ên li dijî berxwedêrên Parqa Gezî dewam dikin. Li kolanên Talîmhane'yê, çalakger bi fîşekên hewayî bersivê didin êrişên polêsan. Li qada derketina ji Harbiye jî polês bi ava şid û gazê êrişî girseya gel dikin. Xwepêşandêr jî bi kevir û molotofkokteylan bersivê didin êrişên polêsan. Polês her weha li hin cihan bombeyên deng diteqînin û bi vî rengî hewl didin panîkê biafirînin.
Di vê navberê de, hat ragihandin 49 parêzerên li Edliya Stenbolê di dema şermezarkirina êrişên polêsan de hatin binçavkirin, li Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên ragirtin. Polêsan di serdegirtina bi zorê ya avahiya SDP'ê ya Stenbolê de jî, 70 kes kirin binçavan û ew birin Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Tevî parêzeran hejmara kesên vê gavê li binçavan e herî kêm 120 e.
Di pevçûnan de, 30 ji wan bi fîşekên plastîk, zêdeyî 10 kes jî ji ber destwerdana polêsan birîndar bûn.