‘Bila rêya vegera gundan vebe’

‘Bila rêya vegera gundan vebe’

Di salên bilindbûna têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de, yek ji bi hezaran gundên ku di bin potînên leşkeran de hat eciqandin, xwarin, mal, milk û sewalên wan hatin şewitandin, gundê Xursê yê ser bi navçeya Mêrdîn Qoser e.

Zilma dewletê ya li dijî gundê Xursê bi darbeya 12'ê Îlonê re destpê kir. Li dû darbeyê, ji gundê Xursê bi dehan kes hatin binçavkirin û girtin û li girtîgehan hatin bicihkirin.

Yek ji wan kesên birin girtîgehê Mahmût Yalçinkaya (60) dibêje, "10 salan ez di zîndana Amedê de li kiryarên dij-mirovahiyê rast hatim. Gava derketim jî, heman zilm û zordarî li gund li me hatin kirin."

Yalçinkaya tîne ziman, ku di salên 90'î de bi hinceta PKK'yî heye davêje ser gundê wan, bi awayekî komî li mirovan xistin, sewal hatin kuştin, mal û milkên wan hatin talankirin û dibêje ku di Tebaxa sala 1993'an de gava ew bi 3 kesan re kirin binçavan, li Fermandariya Jendermeyan a Qoserê xwestin, wî bikujin.

Yalçinkaya piştî 69 rojên di bin êşkenceya giran, di Cotmeha sala 93'an de vedigere gundê xwe, lê dibîne ku gund şewitiye. Li gel jin û çar zarokên xwe, mîna bi hezaran Kurdan dikevin ser rêya koçberiyê. Li bajarê metropol ê hatiye, konekî ji naylon vedide û bi karê çandiniyê debara xwe bi salan li binê vî konî dike.

Yalçınkaya ku niha li navçeya Îzmîr Gazîemîrê dijî, hêviya xwe ya ji pêvajoya çareseriyê bi gotina "rawestandina xwînê, hatina aştiyê û vegera gundê xwe" tîne ziman.

Hevsera Yalçinkaya Emîne Yalçinkaya jî kêfxweşiya xwe ji destpêkirina pêvajoya çareserî û diyalogê tîne ziman û dibêje, "Em qet hînî jiyana bajêr nebûn. Bi hesreta jiyana li gundê xwe, me li vir tenûr çê kir. Li axurekî biçûk, em heywanan xwedî dikin. Şitlên me ji gund anînin, me li hewşa xwe çandin. Her roj em li wan dinêrin, wan bêhn dikin û hesreta xwe bi vî awayî kêm dikin. Hewl didin hesreta xwe ya ji gundê xwe, derbas bikin."

Emîne Yalçinkaya dide zanîn kuk ew dixwazin vegerin gundê xwe û dibêje, "Em dixwazin aştî bê, ev pevçûna navbera me biqede. Em jî dixwazin di dawiy vê pêvajoyê de, ji jiyana bajêr a em hînî wê nebûn derkevin û biçin gundê xwe rez û dehlên xwe."