'Bila her kes bi rengê xwe tevlî festîvalê bibe'

Saziyên baweriyan ên gelê Kurd, ji bo 25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî banga tevlîbûnê kirin, ku wê 16'ê Îlonê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin. Saziyan gotin, "Em bi hemû rengên xwe li Kolnê bin."

Ji bo 25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ku îsal li bajarê Koln ê Elmanyayê roja 16'ê Îlonê tê lidarxistin, amadekarî qediyan. Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ji bo festîvala roja Şemiyê banga tevlîbûnê li Kurdistaniyên li Ewropayê kirin.

DIVÊ ÊZIDÎ BI XURTÎ TEVLÎ BIBIN

Hevseroka NAV-YEK'ê Sabriye Savgat bang li hemû Êzidiyên li Ewropayê dijîn kir, ji bo tevlî festîvalê bibin û got, "Pêwîste gelê me daxwaza xwe ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bîne ziman û di nava têkoşîna Kurdistanê de cih bigire."

Savgat diyar kir, ku ji bo careke din komkujiyên mîna li Şengal, Rojava û Nînovayê rû nedin, divê her kes cihê xwe di nava têkoşîna azadî û aştiyê de bigirin û got, "Ji ber vê yekê, em bang li gelên xwe yên li Ewropayê dikin, ku bi rengên xwe tevlî festîvalê bibin."

Savgat got, bi navê NAV-YEK'ê wê li festîvalê stantê vekin û ew li benda tevlîbûna gel in.

LI DIJÎ ASÎMÎLASYONÊ

Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli jî bal bir ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û got, "Gelê Kurd bi salane li hemberî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê li ber xwe dide. Gelê me bi taybetî li Kurdistanê, li gelek cihên cîhanên ji aliyê leşkerî, siyasî, civakî û çandî ve li dijî koledariyê li ber xwe dide. Kurdên li Ewropayê dijîn, ev 25 sal in di Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de li hev dicivin û hewl didin bibin parçeyek ji vê têkoşînê. Ev festîval bûye nasnameyeke gelê me yê li dîasporayê, bûye navendeke kombûna li hev. Pêkhatina vê yekê di demeke bi vî rengî de gelekî girîng e. Ji bo xurtkirina yekîtiya xwe, ji bo pêşîgirtina li hemû êrîşên li dijî gelê me, em bang li hemû Kurdan dikin ku tevlî festîvalê bibin."

Tûrhalli işaret bi girîngiya çalakiyên bi vî rengî ji bo paşeroja zarokan kir û got, "Ji bo em li Ewropayê nehelin û zarokên me asîmîle nebin, pêwîstiya me bi çalakiyên bi vî rengî heye."

Tûrhalli herî dawî bi navê CÎK'ê bang li hemû Kurdan kir, bi taybetî Kurdên Misilman kir ku 16'ê Îlonê li Kolnê bin.

EM Ê GOVENDA GELAN BIGERÎNIN

Hevseroka Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Bedrana Yildilrim jî bi bîr xist, ku civaka Elewî ji berê ve di nava têkoşîna bidestxistina maf de ye û got, "Civaka Elewî serê xwe li ber kesî netewand. Me timî cihê xwe di nava têkoşîna maf û mafdariyê de girt."

Yildirim bal kişand ser cihê girîng ê Ocalan di nava têkoşîna gelan de û bang li hemû Elewiyan û saziyên Elewî kir, ku beşdarî 25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bibin, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin.

Yildirim got, "Em zanin, ku azadî û siberojên azad bi têkoşînê tê" û destnîşan kir, ku divê her kes bi rengê xwe tevlî festîvalê bibe. Yildirim got, "Em ê li wir konên xwe vedin, mîna her carê cihê xwe di nava têkoşînê de bigirin û bi hev re govendê bigerînin."