Bila Çîtîkbel bê berdan

Bila Çîtîkbel bê berdan

Endamên Komîsyona Girtîgehan Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê, xwestin Recep Çîtîkbel ê nexweşê Wernîcke Korsakoff ku 21 sal in di girtîgehê de ye bê berdan.

Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, ji bo çalakiya 139’emîn a “rûniştina F” li Qada Galatasaray  hatin gel hev. 

Axaxtvanan vê hefteyê bal kişandin ser rewşa Recep Çîtîkbel ê nexweşê Wernîcke Korsakoff ku 21 sal in di girtîgehê de ye.

Xwişka Çîtîkbel Turkan Çîtîkbel got ku birayê wê bi tena xwe nikare pêdiviyên xwe bîne cih û xwest serbest bê berdan.

Paşê daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Aylîn Hacaloglu ve hat xwendin. Hacaloglu got ku Çîtîkbel 21 sal in di girtîgehê de ye û ev jî bi sirgûnan derbas bûye. Hacaloglu diyar kir ku Çîtîkbel nexweşê Wernicke Korsakoff e û ji ber îşkenceyên ku dema destpêkê ketiye girtîgehê de aliyê rastê yê serê wî pelçiqiye.