Bihûşta Çûkan a Zanîngeha Dîcleyê hat avakirin!
Bihûşta Çûkan a Zanîngeha Dîcleyê hat avakirin!
Bihûşta Çûkan a Zanîngeha Dîcleyê hat avakirin!
Bi armanca ku 180 cureyên çûkên li Amedê biparêzin û ji bo çûkên xwezayê stargehê ava bikin , li ereziya Zanîngeha Dîcleyê tê xwestin ku bihuşta çûkan bê avakirin, lê ev qad wek cehnemê ye.
Prof Dr Saît Aslan ku hekîmê nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ye, bi îdiaya ku ku li Amedê bihûşta çûkan çêdike û di çileyê 2013’an de dest pê kiriye, pir balkêşe ku tu şopên jiyana bihûşteke cûkan nîne.
Alan sala borî derket pêşberî çapemeniyê û îdia kir ku dest bi Bihûşta Çûkan kiriye û got: “Em dê van deran bikin bihûşta çûkan.” Alan ku sala borî çû qada goletê û çandina daran şopand û bi karkeran re dar çand, gotibû li Amedê 180’ê cureyê çûkan heye. Lê mixabin ji ev qad ji bihûşta çûkan wêdetir her tişte. Darên ku li qada goletê hatiye çandin jî ji ber bêxweditiyê hişk bûne.
RAZEMENIYÊN KLASÎK
Ii gorî îdiayan tê gotin ku bi 100 hezaran pere li projeya Bihûşta Çûkan hatiye xerckirin û hat diyar kirin ku 10 hezar dar li ereziyeke 200 donimî bê çandin û bi saya vê jî dê ji 180 cureyê çûkan re malovahiyê bike. Lê balkêşe ku hemû darên hatine çandin hişk bûne.
Saît Alan sala borî di axaftinên xwe de gotibû: “armanca me ya hilbijartina dora golê ev ku dar û av ligel hevin. Ji ber axa vir bi nem e, dewlemende. Di demek nêz de dê gel bên vir bigerin. Dê bîhna xwe vedin. Emê li vir kuleyeke çavderiya çûkan jî ava bikin. Welatiyên me dê karibin wêneyan li vir bikişînin. Em ê cureyên masiyan yên golê jî zêde bikin. Emê masîvaniyê teşwîq bikin.”
Lê piştî van gotinan wisa xuyaye ku tu nîşaneya jiyanê li wê qadê balê nakişîne.