Bihêzkirina alternatîfa demokratîk -Selahattîn Erdem
"Eger em li Tirkiyeyê dîktatoriya takekesî ya mirovekî naxwazin û li dijî destwerdana hêzên derveyî ne, wê demê em neçarin alternatîfa demokratîk hêzdar bikin û şoreşa demokratîk li dar bixin."
"Eger em li Tirkiyeyê dîktatoriya takekesî ya mirovekî naxwazin û li dijî destwerdana hêzên derveyî ne, wê demê em neçarin alternatîfa demokratîk hêzdar bikin û şoreşa demokratîk li dar bixin."
Ji çaran yek ji şerê sedsalê şerê li Rojhelata Navîn e, ji wî re Şerê Sêyê yê cîhanê jî dibêjin. Ev şer li deverên cûrbecûr digere û niha jî li Tirkiyeyê bûye girêka kor. Li ser vê bingehê çareserî jî li Tirkiyeyê tê payîn. Çareseriyeke eşkere wê li Tirkiyeyê bê himatê û ev jî wê bibe çareseriyeke herêmî ya giştî. Her wiha çareseriyên ku li Iraq, Efxanîstan, Misir û Suriyeyê dihat payîn, encameke ciddî û mayînde nedan. Ev welat nekarîn çareseriyeke herêmî hilberînin, nekarîn çareseriya xwe jî bafirînin. Di dest de Tirkiye û Îran ma, lê qada lêgerîna çareseriyê ya pêşîn Tirkiye ye.
Bêguman di qada çareseriya li Tirkiyeyê de jî ku ev wê encama Şerê Sêyê yê Cîhanê jî diyar bike, sê hêzên siyasî yên bingehîn di nav nakokî û şer de ne. A yekê ji hêzên ku mirov dikare wek Hêzên Derveyî bi nav bike pêkhatî ye. Ew jî hêzên sermayedar yên di ser neteweyî û global in. Ev xeta ku mirov dikare wek serdestiya kapîtalîstî jî pênase bike rê li ber ziravbûna sînorên netewe dewletan vedike û dibe sedem ku sermaye bileztir biherike, wisa jî kara xwe derxe asta herî bilind. Projeya ku DYA ev 25 sal in dixwaze bi ser bixe ku wek Projeya Mezin a Rojhelata Navîn tê binavkirin jî ev e.
Ya duyemîn jî qada statûkoparêziya netewe dewletê ye. Ango hêzên mîliyetperwer yên netewe dewletê yên faşîst in. Ev pergala ku em dikarin wek dîktatoriya netewe dewleta faşîst jî bi nav bikin, parastina sinorên netewe dewletê ya di serdema Şerê Yekê yê Cîhanê de derketî holê ji xwe re dike armanc. Statûkoparêziya heyî, di heman demê de tê wateya înkar û îmhaya kurdan jî.
Ya sêyemîn jî qada ku em dikarin wek şoreşa demokratîk bi nav bikin e. Ev jî ji hêzên şoreşger û demokrat pêk tên. Ev xeta ku em dikarin wek şoreşa yekgirtî ya demokratîk ya gelan jî pênase bikin, çareseriya pirsgirêka kurd ya li ser bingeha demokrasiyê û demokratîkbûna bingehîn a Tirkiyeyê dike armanc. Têkoşîna şoreşa demokratîk a ku 45 sal in berdewam dike û projeya konfederalîzma demokratîk a Rojhelata Navîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêş xistiye vê yekê dike armanc.
Xeta yekê û ya duyê di nav pergala sermayedarî ya modernîte de wek du xetên alternatîfên hevdu ne. Şerê di navbera herdu xetan de Şerê Sêyê yê Cîhanê ku îro li dar e derxist holê. Ya sêyê jî têkbirina vî şerî û li ser bingeha şoreşa demokratîk gihiştina aştiyê dike armanc.
Gava em li ser van formûlasyonên giştî li babetê binêrin, ev nêrîn derdikevine holê; diyar e ku her sê xetên navborî îro di nav têkoşîna man û nemanê de ne. Cara yekê ye ku şerê di navbera herdu xetan de hinde dijwar dibe û wek şer encam dide. Ev rewş ji bo mezinbûn û serketina xeta sêyemîn derfeteke pir baş derdixîne holê. Her wiha herî zêde xeta sêyemîn xwediyê derfetên raperîn û serketinê ye. Eger xeta sêyemîn nekare fersend û derfetan baş bi kar bîne û nekare pêngava raperînê geş bike, wê demê xeta yekê yan jî ya duyê wê bikare çareseriyeke demî bi dest bixe.
Mirov dikare bi awayekî zelal rakirina mafên destnedayînê yên parlamenteran û xistina hikûmeta Davutoglu jî di vê çarçoveyê de binirxîne. Tê zanîn ku ji 24 ê Tîrmeha sala 2015 an û wisa jî zivistana dirêj bû serdema têkoşîna di navbera faşîzma netewe dewletê ya AKP ê û hêzên ku nûneriya şoreşa demokratîk dikin, ku ev jî berxwedana azadiyê ya kurdan e. Hêzên sermayedar ên modernîst û global xwestin ji vê rewşê îstifade bikin. Lewre êrîşa faşîzmê destek kirin.
Ji meha Adara borî heta niha, bi taybetî jî piştî DYA stratejiya şûndegirtina Mûsil û Raqqayê ji DAIŞ'ê plankirî, şerê di navbera AKP û PKK ê de ket rewşeke ku xizmeta polîtîkayên DYA yê nake û li ser vê bingehê DYA polîtîkayên nû afirandin. Di navenda vê de jî zexta li ser aliyên di nav şer de heye. Her wiha li ser rêberiyên AKP û PKK ê bikaranîna zexta siyasî daye destpêkirin. Ev gihiştiye radeyeke wisa ku di navbera xeta Tayyîp Erdogan ku hebûna xwe spartiye şerî û DYA yê de rê li ber nakokî û şerê girîng vekiriye.
Herwisa tê dîtin ku DYA dest avêtiye hundirê AKP ê, wisa jî beriya serdanên hikûmeta Davutoglu ya DYA û Almanyayê xistina wê ne rasthatinî ye. Li gel ku Davutoglu ji 4 ê Gulanê heta 22 ê Gulanê li ser desthilatê maye jî, nekariye wan serdanên navborî pêkbîne. Divê mirov vî şerê dijwar ê di navbera xetên yekê û duyê de baş bibîne.
Ji ber ku Erdogan hewldana global a kapîtalîst a li dijî xwe dît, Davutoglu ji serokwezîrtî û serokatiya partiyê xist wisa jî zexteke giran li ser AKP ê û hikûmetê danî. Mirov dikare vê rewşê wek hewldana dirêjkirina temenê Erdogan a li dijî DYA yê jî bi nav bike. Rakirina mafê destnedayînê ya parlamenterên HDP ê êrîşa Erdogan ya li dijî berxwedana kurd û wisa jî li dijî tevgera demokratîk a Tirkiyeyê ye.
Wek tê dîtin rêveberiya Tayyîp Erdogan ku li ber têkçûnî ye, ji bo rê li ber raperînên encamgir bigire, dest daniye ser meclîs, partî û hikûmetê. Li ser vê bingehê mirov dikare bêje ku Tayyîp Erdogan serkêşiya babetê dike, lê di encamê de dîktatoriya kesekî ya beloq derketiye holê. Gotina daxwaza pergala serokdewletiyê jî vala û pûç e. Berevajî, dîktatoriya Erdogan a rêveberî, dad û zagonê dîl girtiye heye. Di afirandina vê dîktatoriya faşîst de jî desteka herî mezin ji Devlet Bahçelî û Kemal Kiliçdaroglu girtiye.
Wisa diyar e wê şerê di nav her sê xetan de berdewam bike. Xeta yekê û ya duyê ji aliyekî ve di nav xwe de wê têbikoşin û li aliyê din ji bo xeta sêyê bi ser nekeve dem bi dem wê îtifaqên xwe jî li dar bixin. Eger em li Tirkiyeyê dîktatoriya takekesî ya mirovekî naxwazin û li dijî destwerdana hêzên derveyî ne, wê demê em neçarin alternatîfa demokratîk hêzdar bikin û şoreşa demokratîk li dar bixin.
Tekane rêya ku pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike û li Rojhilata Navîn wek modela demokratîk bîne himatê pêkanîna şoreşa demokratîk e. Baş e, ev wê çawa pêk were? Helbet hêzdarkirina alternatîfa demokratîk û li ser bingeha çareserkirina pirsgirêka kurd Tirkiyeyeke demokratîk e. Ji bo vê jî beriya her tiştî paqijgirtina hundirê tevgera demokrasiyê esas e. Derxistina ajanên faşîzmê ji nav tevgera demokrasiyê, wisa jî divê faşîstên bi rûpoşa çepgiriyê bên tespîtkirin û bi rêbaza îdeolojîk a encamgir ve ji nav tevgera demokrasiyê bên avêtin. Bi taybetî di dengdana destnedayîna mafên parlamenteran de rûpoşa Kemal Kiliçdaroglu ket û rûyê wî yê faşîzma spî baş eşkere bû, wisa jî karektera wî ya rastîn derkete holê. Divê ev rastî baştir bê teşhîrkirin û ji hawira çep a demokrat bê dûrkirin.
Bi vê girêdayî afirandina yekîtiya demokratên rastîn a herî berfireh jî divêtî û girîng e. Di vî warî de bi taybetî kar dikeve ser milê Kongreya Demokratîk a Gelan. Meclîsa neteweyî du car ji aliyê cuntaya Tayyîp Erdogan ve hatiye xitimandin û desteserkirin. Wê demê divê meclîsa demokrasiyê bikeve meriyetê. Mîsyon û berpirsyariyeke wiha ya HDK ê heye. Di dema ku meclîsa neteweyî nikare karê xwe bike de, xwe sazkirina meclîsa demokratîk û lêgerîna çareseriya pirsgirêkên civakî, wisa jî birêxistinkirina civaka demokratîk gelekî girîng e.
Helbet ya girîngtir jî rola pêşeng ya şoreşgerî ye. Di vir de jî berpirsyarî û barekî dîrokî dikeve ser milê Tevgera Yekgirtî ya Şoreşger a Gelan . Diyar e ku pêşxistina alternatîfa demokratîk bi pêşengiyeke şoreşgerî ve pêkan e. Herwisa divê HDBH xwe bêhtir mezin bike, tevahiya hêzên şoreşger bikişîne eniya xwe, li dijî dîktatoriya faşîst têkoşîneke çalak û rêxistinî geş bike. Aştî û demokrasiya Tirkiyeyê bi serketina têkoşîneke wiha ve girêdayî ye.
ÇAVNAKÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA