Bi wesayîta xwe ya ku wek malê bikar tîne li sînor e
Bi wesayîta xwe ya ku wek malê bikar tîne li sînor e
Bi wesayîta xwe ya ku wek malê bikar tîne li sînor e
Li gundê Mehser nobeta berxwedanê didome û her roj bi sedan kes tên serdanê. Zulfu Altinok ê bi wesayîta xwe ya ji betaniyê heta kursî bigire her tişt têde ye, ji Elmanyayê hat û tevlî nobeta berxwedanê bû. Altinok got ku di wesayîta xwe de radizê û dimîne wiha got: “Ez berê tevlî gelek xebatên mriovahî yên welatan bûm. Ji vir şûnde qibleya me Kobanê ye."
Zulfu Altinok ê ji Çewlikê ye, ji bajaroka Witten a Elmanyayê hat gundê Mehser a Pirsûsê. Altinok diyar kir ku ji bo li wir xanî û kon dagir neke, bi wesayîta xwe hatiye.
DI WESAYÎTÊ DE HER TIŞT HEYE
Altinok ku bi salan e li Elmanyayê dijî, dildar e û alîkarîparêz e. Altinok da zanîn ku di 2006’an de di erdhêja ku li Pakistanê pêk hatiye de ji bo piştgiriya kampanyayan çûye Pakistanê û li Bosna Hersekê jî xebatên alîkariyê meşandiye. Altinok wiha berdewam kir: “Niha ji bo piştevaniya Kobanê li vir im.” Ev 30 roj e li vir e. Di bagaja wesayîta wî de her tişt heye. Ji betaniyê bigire, heta kursî, ji tulumê xewê bigire heta amûra ku avê germ dike her tişt heye.
Altinok diyar kir ku di nava rojê de diçe konbajaran û li gorî butçeya xwe dibe alîkar.
Altinok wiha got: “Çavên gelê Kobanê ne li axa kesî ye. Ev êrîşên çeteyan nayên qebûlkirin. Ez ji bo vê li vir im. Heta butçeya min têr bike ez ê hewcedariyan wan pêk bînim. Ji vir şûnde ez li vir im. Kibleya min Kobanê ye.”