Bi temen û nexweşin, lê nayên berdan

Di daxuyaniyên li Enqere û Stenbolê hatin dayîn, destnîşan kir ku girtiyên bi temen terkî mirinê kirine û bal kişandin ser rewşa Siddik Guler û Ahmet Silik ên nexweş in.

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweşên giran, di çalakiya xwe ya hefteya 333’emîn de vîdeoyek weşand. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, li ser navê înîsiyatîfê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê 81 salî Siddik Guler ê 24 salin girtiye.

Çevîrmen, da zanîn ku gelek nexweşiyên Guler ên giran hene û wiha axivî: “Guler ji ber kalbûn û nexweşiyên xwe yên giran nikare di girtîgehê de jiyana xwe dewam bike. Ji bo ku Guler bê tedawîkirin, divê li nexweşxaneyeke taybet bê razandin. Revîra girtîgehê ji bo nexweşiyên wî nabe çareserî. Malbata Guher herî da di 21’ê Çileya 2021’an de hevdîtina telefonê pêre kirin. Malbatê da zanîn ku nedikarî nefesê bide û bistîne, rewşa wî giran bû. Ji xwe di hevdîtina malbatê ya herî dawî ya sala 2019’an de, li ser sandelyeyê bi tekerlik anîn salona hevdîtinê. Ji wê de vê êdî nedikarî bimeşe.”

Çevîrmen, destnîşan kir ku Guler nikare di girtîgehê de bijî û ev bang kir: “Guler pir kal bûye. Rewşa tenduristiyê wî jî giran bûye. Mafê jiyanê pîroz e û mafekê bingehîn e. Nexweşiyên kronîk ên Guler hene. Divê bi lezgînî di nexweşxaneyek taybet de bê tedawîkirin. Em daxwaza berdana wî dikin. Divê girtiyên mîna Guler di girtîgehan de nemînin.”

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 461'an de çalakiya "Rûniştina F" ji ber şewba vîrûsa Covît-19 bi rêya vîdeo li ser medya civakî parve kirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê 77 salî yê felç Ahmet Silik ê ku li Girtîgeha Sêrtê girtî ye. Endama Komîsyonê Meral Nergis Şahîn daxuyanî da û anî ziman ku li ser girtiyan tecrîd û îşkenceya bi rêk û pêk heye. Şahîn, da zanîn ku tecrîd li ser tenduristiya girtiyan bandorek pir xerab dike û wiha got: "Tecrîd êrîşek bi pergal û plan e. Tecrîda giran a li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kir, îro li hemû girtîgehan belav bûye. Girtiyên siyasî ji 27'ê Mijdara 2020'an ve li dijî tecrîdkirinê di çalakiya greva birçîbûnê de ne. " 

Şahîn, bibîr xist ku Silik 77 salî ye û li Girtigeha Sêrtê tê girtin û wiha axivî: "Piştî Silik girtin û şandin girtîgeha Sêrtê dîsa felç bû. Êdî Silik nikare biaxive û tev bigere. Bi nexweşiya tansiyon, alzheimer û prostatê ye. Li gel felç û damarê mejî û dil hatine girtin jî Silik hêj girtî ye. Nikare bimeşe û bi balpişta bi teker dimeşe. Silik li gel rapora ATK'ê ya "Nikare li girtîgehê bimîne" jî dîsa nayê berdan " 

Şahîn xwest Silik û hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.