Bi sûcdariya 'heqaret li dozger kiriye' 2 sal û 6 meh ceza li Demîrtaş birîn

Di doza bi îdîaya 'heqaret li dozger kiriye û gef lê xwariye' ya li Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hate vekirin, 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Demîrtaş hate birîn.

Rûniştina biryardanê ya dozê li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hat. Demîrtaş bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû.

Dadgehê 2 sal û 6 meh ceza li Demîrtaş birî.