Bi şev nobedar, bi roj jî di depoya alîkariyê de xebatkar in

Bi şev nobedar, bi roj jî di depoya alîkariyê de xebatkar in

Ji her derê cîhanê bi piştevaniya Kobanê dildar tên Pirsûsê. Dildarên bi şev li xeta sînor nobetê digirin bi roj jî di depoyên alîkariyê de dixebitin. Laura û Ela Kolcu yên li Elmanyayê hevdu nas kirine, alîkariyên berhev kirin destpêkê anîn Pirsûsê û niha jî di xebatên depoya alîkariyê de dixebitin.

Berxwedana Kobanê du meh li pey xwe hişt. Dildarên ku ji her derê cîhanê ji bo alîkariyê tên sînor û nobeta berxwedanê digirin, gelek xebatên alîkariyê jî dimeşînin. Bi şev nobetê digirin û bi roj jî alîkariyan dikişînin depoyan. Jina ciwan a 27 salî Laura ku nexwest paşnavê xwe bide û ji Elmanyayê hatiye û Ela Kolcu ya 28 salî ku salek berê ji Elmanyayê hatiye li Stenbolê bicih bûye, tevlî xebatên bi şev û roj dibin. Kolcu û Laura ku li Elmanyayê hevdu nas kirin, alîkariyên ku berhev kirin şandin Pirsûsê. Niha jî li wir tevlî xebatên jihevkirina alîkariyên tên kirin dibin.

XEBATÊN DEPOYÊ

Kolcu got ku ji ber êrîşên li ser Kobanê xwestine tiştekî bikin û got: “Rojbûna min bû. Min ji heval û malbata xwe re peyam şand û min got, li şûna diyariyê pereyan ji bo Kobanê bişînin. Wan jî bi vî pereyî alîkarî girt û me şand Pirsûsê. Piştî vê jî em hatin Pirsûsê. Me xwest em bibînin ku alîkarî tên an na.”

LI KONAN KAR ZEHMET E

Kolcu da zanîn ku li vir kamp û rewşê dişopînin û got: “Em 6 kes hatin. 4 hevalên me vegeriyan. Me jî biryar da ku em li vir bimînin. Li Kobanê şer dijwar e. Ev rewş hemû cîhanê eleqeder dike. Ev tenê ne pirsgirêka Tirkiye, Sûriye û Kobanê ye. Şert û mercên li konan gelek dijwar e.”

BANGA ALÎKARIYÊ

Welatiya Elman Laura jî got ku hewcedariya Kobaniyan bi alîkariyê heye û alîkariyên ku bi xwe re anîne teslîm kiriye, ji bo piştevaniyê jî li vir maye. Laura diyar kir di cenazeyê şervaneke YPJ’ê de hêz û tevgera YPG-YPJ’ê dîtiye. Laura got: “Destpêkê ez ji bo hatina Pirsûsê ditirsiyam. Lê piştî min ev mirov dîtin fikarên min nema. Hemû cîhan ji bo alîkariyê dikare bê vir.