Bi sedan welatî ber bi girê Ramon ve meşiyan
Bi sedan welatî ber bi girê Ramon ve meşiyan
Bi sedan welatî ber bi girê Ramon ve meşiyan
Sedan welatiyên li navçeya Geverê ber bi Girê Ramon ê li herêma Dostkî ve meşiyan ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê komê li jêrî qereqolê kon vedan û bi rayedarên leşkeran re hevdîtin kirin û gumanên xwe yên li herêmê gelek çekên giran hene anîn ziman.
Komîsyona şopandê ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê li Girê Ramon ê 30 kîlometre ji navçeyê dûr kon veda. Endamê Meclîsa BDP'ê Abîdîn Enîş, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Şaredarê Bajêrgeh Hurşît Altekîn, KESK, DÎSK, KURDÎ-DER, TUHAD FED, MEYADER, Dayîkên Aştiyê û gelek welatî bi 20 wesayîtan ber bi Girê Ramon ve derketin rê. Ji ber derketina gir zor bû bi sedan welatî bi meşê nêzî 2 kîlometreyan meşiyan. Welatiyên derketin ser gir ji aliyê leşkeran vi ava vexwarinê hatin pêşwazîkirin. Pişt re heyat ji 6 kesan pêk tê nêzî saetekê bi rayedarên leşkeran re hevdîtin kirin. Di vê navberê de girseya disekînî govend girtin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan berz kirin. Welatiyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên HPG'ê Cengîz Ozek û Ramazan Yilmaz ên li navçeya Pinarbaşi ya Kayseriyê çalakî li dar xistin û ji pêşengên PKK'ê Mahsun Korkmaz (Egît) û pankarta "Aşitî xwebûyîn e" hilgirtin.
Li vir li ser navê Dayîkên Aştiyê Besna Dede axivî û wiha got: "Dema em li benda aştiyê bûn li her derê qereqol hatin çêkirin. Ev qereqol di nava erseyê min de hatiye çêkirin. Ez li vir venaqetiyêm. Ji ber ku ev ji bo zarokên me yên di aştiyê de israr dikin li vir in. Em dê ji bo zarokên xwe bibin mertalên zîndî." Reyhan Bor jî diyar kir ku divê dest ji çêkirina qereqolan bê berdan û wiha got: "Bila nebêjin gerîla ji van çiyayan çûn ji ber ku em dê van qadan dabigirin. Bila serokê me serbest berbidin."
Pişt re heyeta çû hevdîtinê vegeriya û naveroka hevdîtinê ji girseyê re vegotin. Heyetê diyar kir ku di hevdîtinê rayedarên leşkeran gotin qada bi mayîn e û welatî bila baldar bin. Heyetê anî ziman ku leşkeran ji wan re got ew li ser fermanê hatine vir û ji bîlî vê qadê ji tu cihan din ve naçin. "
Endamê Meclîsa BDP'ê Abîdîn Enîş li ser navê heyetê axivî û wiha got: "Em niha li Girê Ramon in. Armanca me şopandina pêvajoyê ye. Piştî Birêz Ocalan pêvajo da destpêkirin gerîlayan dest bi vekişandinê kirin."
Piştî daxuyaniyê kon hate vedan.