Bi sedan pirtûk hatin desteserkirin

Di serdegirtina Payîz Pirtûkê de 409 pirtûk û 144 kovar hate desteserkirin.

Di encamê lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Amade ve tê meşandin de polîsan avêtin ser Payîz Pirtûkê. Polîsan piştî lêgerîna 5 saetan dest danîn ser 409 pirtûk û 144 kovaran. Hat zanîn ku pirtûkên hatine desteserkirin ne qedexe ne û di nav de pirtûkên ji weşanxaneya Aryen, Aram, Sîtav û J&J jî hene.

Hate îdîakirin ku di pirtûkan de “propagandayê rêxistinê” hatiye kirin û pirtûk “fikren rêxistinê diparêze.” Li gel hin hejmarên rojnameyên Yenî Yaşam û Xwebûnê, nameyên ji girtîgehan hatine û kovarên Jîneolojî û Demokratîk Modernîte jî hatiye desteser kirin.

Xwediyê Payîz Pirtûk Cihat Guney jî hatiye binçavkirin.