Bi sedan li Enqere xwedî li HDP’ê derketin
Bi sedan li Enqere xwedî li HDP’ê derketin
Bi sedan li Enqere xwedî li HDP’ê derketin
Bi sedan kes li ber avahiya HDP'ê ya Enqereyê kom bûn û bi dirûşma 'Qatil AKP' êrîşa li hember endamê Meclîsa Partiyê (MP) ya HDP'ê Ahmet Karataş, şermezar kirin.
Êrîşa bi kêrê ya li hember endamê MP'ê ya HDP'ê Ahmet Karataş pêk hatiye, li Enqereyê hat şermezarkirin. Girse li ber avahiya HDP'ê kom bûn û heta Şaredariya Çankayayê meşiyan. Di meşê de pankarta; "AKP'ê hedef nîşan da, hêzên tarî di dewreyê de ne. Zext me bêzar nakin" vekirin û dirûşmên; "Wê AKP'a qatil hesab bide", "Li hember faşîzmê mil bi mil" hat berzkirin. Li ser navê girseyê Serokê Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê Orhan Çelebî axivî û diyar kir ku di demeke ku kesek tunebû êrîş pêk hatiye û ev êrîşeke bi plankirî ye.
Çelebî da zanîn ku piştî ku serokwezîr, serokomar û berdevkên îktîdarê HDP hedef nîşan dan êrîş pêk hatiye û wiha hat gotin: "Serokwezîr got, 'HDP'ê fêm kiriye ku bi gotina pergala cemaweriyê em çi tînin ziman' û bi vê daxuyaniyê ve sûc digirin ser xwe. Heta niha em bêdeng neman, paşve gav neavêt, serî netewand û li vir wiha jî em serî natewînin." Çelebî bang li raya giştî ya demokratîk kir û wiha got: "Li hember êrîşên faşîst û ji bo azadiya gelan û welatekî jiyana mirovahî em refên xwe zexm bikin. Em li hember faşîzmê mil bidin hev û têkoşîna xwe bidomînin. Ji dijminên gel û êrîşan re bersiva herî baş ev e."
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora axivî û anî ziman ku ji ber zimanê hikûmetê ev êrîş pêk tên û wiha got: "Ger bixwazin pêvajoya çareseriyê berdewam bike, divê beriya her tiştî zimanê êrîşkar bi kar neynin û gavên şênber biavêjin."