Bi sedan kesan li Dresden êrîşên li hember Cizîrê şermezar kirin
Bi sedan kesên li Dresden hatin gel hev, êrîşên AKP’ê yên li hember Cizîrê bi meş û mîtîngekê protestokirin.
ANF
DRESDEN
şemî, 12 rezberê 2015, 23:05
Bi sedan kesên li Dresden hatin gel hev, êrîşên AKP’ê yên li hember Cizîrê bi meş û mîtîngekê protestokirin.
300 Kurdistanî û çepgirên Tirk ên li Dresden hatin gel hev, êrîşên li hember gelê Cizîrê bi meş û mîtîngekê şermezar kirin.
Nêzî 300 Kurdistanî û Elman ên li ser banga Meclîsa Civaka Demokratîk a Dresden saet 16.00’an hatin gel hev, li Prager Straße kom bûn. Li vir piştî axaftinan meşê destpê kir.
Girse, di her sê kîlometreyan de rawestiya, li vir bi Elmanî û Kurdî axaftin hatin. Dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Cizîrê”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Qatil Erdogan, wê hesab bide”; “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin gotin û girseyê meşa xwe domand. Girseya hat Albertplatz piştî mîtîngê belav bû.