‘Bi saya rojnamegerên ku îro tên darizandin heqîqet tê axaftin’

‘Bi saya rojnamegerên ku îro tên darizandin heqîqet tê axaftin’

7’emîn Danişîna doza çapmeniya azad ya di bin navê ‘Komîteya Çapmeniya KCK’ê’ de tê dîtin, dest pê kir. Rojnamegera berê ya DÎHA’yê Evrîm Kepenek got: “Bi saya van mîmarên çapmeniya azad ku hun îro we li vir dane runiştandin û hewl didin îradeya wan bişikînin, îro li vî welatî heqîqet tê axaftin.

Danişîna doza çapemeniya Azad li 15’emîn Dadgeha Cezaya giran a Stenbolê tê dîtin. 20 girtî 46 rojnameger tên darizandin û nûçegîhan DÎHA’ê ya berê Ulkem Evrîm Kepenek parastina xwe kir.

11 rojnamegerên ne girtî tevli danişînê bûn û ji rojnamegerên girtî jî Nahîde Ermîş û Sîbel Guler tevli nebûn.  Gelek xizmên rojnamegeran danişîn şopand û danişîn bi parastina Evrîm Kepenek dest pê kir.

Kepenek da zanîn ku di pêvajoya dozê de ne bi zimanê xwe dayikê hemşînî û ne jî bi zimanê tirkî, bi zimanê kurdî tespîta nasnameya xwe kiriye û wiha got: “Ez ji Rizeyê me. Heta zanîngehê li heman bajarî jiyam. Ez bi wê çandê mezin bûm. Min li dibistanê komara tirk xwend.  Di pola dawî ya lîseyê de min kurdî nas kir. Min kurd nas kirin.  Ez wê demê fêr bûm ku tirkbûnê li kurdan ferz dikin. Ji ber vê jî heta niha min tespîta nasnameya xwe bi kurdî kiriye.

Kepenek destnîşan kir ku sedema tercîha wê ya DÎHA’yê jî wiha ye: “Ez du salan di DÎHA’yê de xebitim. Min dît ku atmosfera wê ya polîtîk û civakî pir zêde ye.  Di DÎHA’yê de ji her bawerî, nasname, zimanî kes dikarin bixebitin. DÎHA gelek nûçeyên ku çapemeniya tirk nîşan nade ew derdixe holê.  Mîmarên çapemeniya azad yên ku îro tên darizandin, yên ku îro we li vir dane runiştandin, bi saya wan îro heqîqet li vî welatî tên axaftin. Heqîqet tu car nayê veşartin.”

Parastina Kepenek didome û hat gotin ku ji ber cejna 29’ê cotmehê ya Komarê dê saet di 12.30’an de bi dawî be.