Bi meşaleyan bal kişandin ser grevên birçîbûnê

Li 39 navçeyan ji bo piştgirîdayîna grevên birçîbûnê meşên hemwext hate lidarxistin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê GelêKurd Abdullah Ocalan a Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û 7 hezar girtiyên siyasî di qonaxekî metirsîdar de ye. Li 39 navçeyên Stenbolê hemwext meşên meşaleyî hate lidarxistin.

Bi hezaran kes di meşê de dirûşmeya “Leyla rûmeta me ye” , “Bêdeng nemîne” û “Deng bide grevên birçîbûnê” berz kirin.