Bi hinceta heqaret li serokkomar kiriye doz li Candemîr hate vekirin

Rojnameva Oktay Candemîr ê ji ber parvekirina ‘Serokkomar Erdogan, dema Kongreya HDP’ê ya Wanê dişopîne’ lêpirsîn hatibû vekirin, li Emniyetê îfade da.

Li ser parvekirina mîzahî ya Rojnamevan Oktay Candemîr a derbarê Kongreya HDP’ê ya bajarê Wanê ya li gel parvekirina wêneyê Serokkomar Erdogan û wêneyê kongreya HDP’ê ya bi nivîsa ‘Serokkomar Erdogan dema li coşa Kongreya HDP’ê dinêre’, lêpirsîn hate destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê hate destpêkirin Candemîr li gel parêzerê xwe Cahît Ertan li Emniyetê îfade da. Candemîr ê di nava du salên dawî de 26 doz lê hatibû vekirin, got: “Di demê herî zêde ku Serokkomar Erdogan HDP rexne dikir de, ji ber parvekirineke min ku HDP’ê ji nêz ve dişopîne lêpirsîn derbarê min de hate vekirin. Ji bo bibe sûcê heqaretê divê êrîş li ser rûmet, şeref û rêzdarîbûna wê bê kirin be.”

Parêzerê Candemîr Cahît Ertan jî anî ziman ku tiştek nîne ku bide nîşandan ku dozek ji ber heqareta li serokkomar bê kirin bê vekirin. Ertan bi zimanekî mîzahî bal kişandiye ser rexnekirina nêzîkatiya li ser HDP’ê, diyar kir ku bi vê yekê dixwazin rojnamevan bixin di bin zextê de.