Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye

Bi hezaran kesî terora dewletê protesto kirin

Li Amedê bi hezaran welatî bi pêşengiya DBP'ê hewldanên komkujiyên li Farqînê, Nisêbîn û Cizîrê şermezar kirin.

Li Amedê bi hezaran welatî bi pêşengiya DBP'ê hewldanên komkujiyên li Farqînê, Nisêbîn û Cizîrê şermezar kirin. Rêxistinên sivîl ên Edeneyê jî diyar kirin ku ji bo berpirsyar bên darizandin û cezakirin ew ê şopdarê vê pêvajoyê bin.

DBP'a Amedê ji bo şermezarkirina terora dewletê ya li Farqînê pêk hat û niha li Nisêbîn û Cizîrê tê meşandin çalakî li dar xist. Bi hezaran welatiyên li ber avahiyên Rezan û Peyasê kom bûn heta ber AZC Plazayê meşiyan. Wlatî li ber avahiya DBP'ê ya Amedê gihîştin hev û ji wir jî ber bi AZC Plazayê meşiyan.

Di meşê de pankartên, "Em li kolanan e, li ber xwe didin û qedexeyan nas nakin" û "Bijî berxwedana xweserî" hilgirtin û bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana Farqînê" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.

Li ser rê polîsên çevîk û TOMA hatin bicihkirin.

'EM Ê JI BO CEZAKIRINA BERPIRSYARAN TÊBIKOŞIN'

Bloka Aştiyê ya Edeneyê jî li hemberî şerê AKP'ê û hewldanên komkujiyên li Kurdistanê tê meşandin li Parka Înonuyê kom bûn. Di çalakiyê de pankartên "Ji bo deng bidin Farqîn û Parîsê em li kolanan e", "Gezî ranezê xwedÎ li Farqînê derkeve" û "Komkujiyan rawestînin" û bênavber dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Farqînê" berz kirin. Rêveber û endamên HDP, HDK, ÎHD, KESK, DÎSK, rêxistinên Elewiyan, Halkevlerî û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn.

Hevseroka ÎHD'ê ya Edeneyê û Berdevka Bloka Aştiyê ya Edeneyê Sema Peynîrcî daxuyanî da. Peynîrcî diyar kir ku zilma li ser gelê Kurd didome û ev tişt anî ziman: "Li Farqînê qedexe hatiye rakirin lê zilma li ser gel hê didome. Em daxwaz dikin ku berpirsyarên ku 12 rojan zilm li ser gelê Farqînê meşandin bê darizandin. Ji bo bên cezakirin çi ji destê me were em ê bikin."

Çalakî bi berzkirin dirûşman bi dawî bû.