Bi hezaran kesî mamoste Halîs bi rê kirin
Bi hezaran kesî mamoste Halîs bi rê kirin
Bi hezaran kesî mamoste Halîs bi rê kirin
Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Mersînê û Endamê Meclîsa Timî ya KCD'ê Halîs Ernarîncî yê ji ber kansera rûvî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, bi aliyê bi hezaran Kurdistaniyan ve hat oxirkirin. Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak li merasîma cenaze axivî û got, "Me mamosteyê xwe yê têkoşîn û welatparêziyê wenda kirin. Emê her dem şopdarên wî bin"
Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Mersînê û Endamê Meclîsa Timî ya KCD'ê Halîs Ernarîncî yê ji ber kansera rûvî li Nexweşxaneya Başkent a Yuregîr a Edenê, dema dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li Wanê ji aliyê bi hezaran kesan ve bi dirûşma "Şehîd Namirin" hat oxirkirin.
Cenazeyê Ernarîncî piştî merasîma cenaze ya li Mersînê anîn Wanê û li ser rêveqetîna Erdîş-Bêgirê, tevî Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Parlamentera BDP'ê ya Wanê Mulkiye Bîrtane, endamên Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê, Şaredarên BDP'yî, Hevserokên BDP'ê yên Bajêr, ji aliyê bi hezaran welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Girseya gel piştî ku cenaze pêşwazî kir, bi wesayîtan birin gundê Dîreklî yê navçeya Bazidaxayê.
DARBEST LI SER MILÊ BI HEZARAN WELATIYAN HAT HILGIRTIN
Piştî ku cenazeyê Ernarîncî gihaşt gund, darbesta wî ji wesayîtê hat daxistin, bi alên KCK, rengên kesk, sor û zer hat xemilandin û girseya gel ew hilgirt ser milan.
Bi hezaran beşdarên merasîma cenaze wêneyê Ernarîncî bi sînga xwe vekirin û ber bi goristana gund ve meşiyan. Li dû meşê, cenazeyê Ernarîncî li goristana gund hat veşartin û dûre ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin.
‘MAMOSTE EM HÎNÎ TÊKOŞÎN Û WELATPARÊZIYÊ KIR’
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak li vir axaftinek kir û destnîşan kir ku ew Ernarîncî ne li binê erdê li mejî û dilê gelê Kurd vedişêrin. Kişanak da xuyakirin ku Ernarîncî ji bo her kesî mamosteyek bûye û got, "Halîs xoce ji bo me hemûyan mamosteyek bû. Em hînî welatparêzî û têkoşînê kir. Halîs xoce berxwedana bi rûmet a gelê Kurd her tim bi serbilindî pêşwazî kir û yek ji mirovên girîng ên siyaseta gelê Kurd bû. Îro li vê derê, malbata Ernarîncî bavê xwe û xizmekî xwe wenda kiriye. Lê bila neyê ji bîrkirin; me jî mamosteyekî xwe wenda kirine."
Kişanak da xuyakirin ku ew têkoşîna bi rûmet a Ernarîncî bi rêzdarî silav dikin û ewê her tim bibin şopdarên rêya wî.
Li ser navê malbata Ernarîncî kurê wî Kadîr Ernarîncî axaftineke kurt kir û got, "Eger mirovek ji aliyê bi hezaran kesan ve bi dirûşma "Şehîd Namirin" tê veşartin, êdî ew mirov bûye nirxekî wî gelî, di dilê wî gelî de cih girtiye. Li pêşberî her kesên beşdarî merasîma cenaze bûye, bi rêzdarî bejna xwe ditewînim."
Piştî axaftinan, girseya alên BDP, KCK û qurnefîl danîn ser gora Ernarîncî.
Li dû merasîma veşartinê, bi hezaran kes ketin ser rêya konê sersaxiyê yê li navenda gund hatiye vedan. Piştî xwarina li vê derê, tevî Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak BDP'yî çûn şîna Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur ku bavê xwe Hecer Gur wenda kiriye û jê re sersaxî xwestin.