Bi hezaran kesî li Gezî û Kadikoyê Elî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
Bi hezaran kesî li Gezî û Kadikoyê Elî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
Bi hezaran kesî li Gezî û Kadikoyê Elî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
Ji bo Elî Îsmaîl Korkmaz bi hezaran kes li Kadikoyê hatin gel hev. Xwendekarê Zanîngehê Korkmaz li Parka Gezî hate bibîranîn.
Elî Îsmaîl Korkmaz ku li Eskîşehîrê di 2’ê Hezîranê de dema ku ji terora polîsan reviya û ji aliyê faşîstên sivîl ve bi şeklek giran hate lêxistin û giran birîndar bû, îro li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Ji bo Elî Îsmaîl Korkmaz bi hezaran kes ber bi Kadikoyê meşiyan.
Koma ku di demjimêr 21:00’an de li Parka Yogûrtçu kombûn û bi sloganên “Elî Îsmaîl Korkmaz bê mirine”, “Em hemû Elî ne bi kuştinê xilas nabin”, “Hêjan ev destpêke, tekoşîn dê bidome”, “Kujer Tayyîp dê hesabê bide” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” dest bi meşê kirin.
Girseya ku li vir meşiyan li Qada Kadikoyê rê li trafîkê girtin û çalakiya rûniştinê pêkanîn. Girseyê bênavber sloganên “Dayê negirî, ewladên te li gel te ne” û çalakiya rûniştinê domandin.
Elî Îsmaîl Korkmaz li Parka Gezî jî hate bibîranîn.
Bi hezaran kesên li Qada Galatasarayê kombûn bi sloganên “Em hemû Elî ne, bi kuştinê xilas nabin”, “dewleta kujer dê hesabê bide” û “Elî Îsmaîl Korkmaz bê mirine” ber bi Parka Gezî ve meşiyan.
Bi hezaran kesên li Parka Gezî li ser kevirên nûnertiya gore dikin kombûn, di dema çalakiyê de Ebdullah Comert, Mehmet Ayvalitaş, Ethem Sarisuluk û Elî Îsmaîl Korkmazê ku îro li Eskîşehîrê jiyana xwe ji dest da hatin bibîranîn.
Piştî bîranînê bi hezaran kes li Parka Gezî forum pêkanîn.