BI DÎMEN

Bi hezaran kes li Viyanayê li dijî komkujiyê meşiyan

Mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Awûstûrya Viyanayê hatin bîranîn.

Mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Awûstûrya Viyanayê hatin bîranîn. Di meş û mîtînga girseyî de endamên parlamentên federal û herêmî yên Awûstûryayê jî amade bûn.

Bi organîzeya Koordînasyona HDP'ê ya Awûstûrya re girseya gel ji Chrîstîna Broda Platzê heta meydana Mûseûmsquartîer meşiya û dûre mîtîngek pêk anî. 

Di meşa ku bi hezaran kes beşdar bûn de Parlamentera Partiay Keskan a Parlamenta Neteweyî ya Awûstûryayê Alev Korûn, Parlamentera Kurd Bêrîvan Aslan û ji Partiay Sosyal Demokrat (SPO) Parlamenterê Parlamenta Herêmî Viyanayê Şenol Akkiliç jî amade bûn.

POLÎSAN TEDBÎRÊN EWLEKARIYÊ NEGIRTIN; PROVOKASYONAN RÛ DAN

Li hemberî çalakiya protestoyî ya li Viyanayê, komên alîgirê AKP û AKP'ê hewl dan provokasyonê bikin. Hat ragihandin, ku tedbîrên qels ên ewlekariyê yên polîsan, di rûdana van provokasyonan de rol lîstine. Li hemberî provokasyona çeteyan, gel nerazîbûna xwe nîşan da. Bi destwerdana Koordînasyona HDP'ê re bûyer bêyî mezin bibe bi dawî bû.

Mîtînga li Mûseûmsqûartîerê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kedkar û dildarên aştiyê yên di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir.

Nûnerê Koordînasyona HDP'ê ya Awûstûryayê dûre axivî û anî ziman ku li şûna girtina şînê, divê ew têkoşînê bilindtir bikin.

Nûnerê HDP'ê, dengdayîna li Ewropa ya heta 25'ê Cotmehê dewam bike bibîr xist û destnîşan kir, ku divê hilbijêr ji sedî sed biçin ser sindoqan.