Bi hezaran kes li Parîsê ji bo Kobanê meşiyan
Bi hezaran kes li Parîsê ji bo Kobanê meşiyan
Bi hezaran kes li Parîsê ji bo Kobanê meşiyan
Bi hezaran Kurdistanî li Parîsê bi gelên din re li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa ji Qada Batîlle heta Qada Natîon bi dirûşmaya, “Kobanê li ber xwe dide" meşiyan.
Kurdistaniyî bi pankarta YPJ’ê ya li ser “Şehîdên Kobanê di parastina mirovatiyê de dimirin” û wêneyên şervanên YPJ’ê yên jiyana xwe ji dest dan li ser meşiyan. Gelê Fransî, Ermenî, Cezayirî û hwd. piştgirî dan çalakiyê û saet 15.00’an li Qada Bastîlle bi Kurdistaniyan re hatin cem hev.
Girseya bi qasî saetekê li Qada Bastîlle rawestiya saet, 16.00’an dest bi meşê kir.
Gelek sazî û partiyên wek, Partiya Komunîst, Partiya Sosyalîst, Kesk, NPA, Federasyona Anarşîstan, Partîzan, DÎDF û hwd. piştgirî dan çalakiyê. Girseya bi flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kortej çêkir û sirûd û dirûşmayan heta ber bi Qada Natîon meşiyan. Di tevahiya meşê de bi hezaran belavok hatin belavkirin.
Dema girse gihişt Qada Natîon deqeyek rêz hat girtin. Hevserokê KCD-E Murat Ceylan axaftinek kir. Ceylan got, “Kesên li benda ketina Kobanê bûn, berxwedana dîrokî ya YPG/YPJ ji bîr kiribûn. Gelê Kurd di nav berxwedanê de ye. Li Ewropa û Kurdistanê serhildanan diafirîne. Ceylan got ku pêwîst e çalakî bidomin.
Çalakî piştî axaftinan bi dirûşmayan bi dawî bûn.