Bi hezaran kes li nimêjên Îna Sivîl hatin cem hev
Bi hezaran kes li nimêjên Îna Sivîl hatin cem hev
Bi hezaran kes li nimêjên Îna Sivîl hatin cem hev
Li gelek navçe û bajarên li herêmê bi hezaran kes di nimêjên Îna Sivîl hatin cem hev û ji bo Şêx Seîd û girtiyên nexweş dua kirin.
WAN
Bi hezaran welatî li otoparka Şaredariya Bajarê Mezîn a Wanê ji bo nimêja înî ya sivîl kom bûn. Piştî xûtbeya ku ji aliyê Endamê Komaleya Piştgirî û Alîkariya Oldarên Wanê Mele Mehmet Orût hate dayîn, welatî nimêj kirin. Piştî nimêjê welatî ji bo girtiyên nexweş dûa kirin.
MELEZGÎR
Nimêja înî ya sivîl a li navçeya Melezgîra Mûşê li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Melezgîrê hate kirin. Rêvebirên BDP'ê û bi sedan welatî beşdarî nimêjê bûn. Piştî xûtbeya ji aliyê Mele Nûrî Adiyaman welatî nimêj kirin.
AMED
Nimêja înî ya sivîl a li Amedê li Sûka Selahattîn Eyyûbî ya li Qada Deriyê Çiyê Amedê hate kirin. Bi sedan welatî ji bo Şêx Seîd û hevalên wî ku di sala 1925'an li Qada Deriyê Çiyê hatibûn darvekirin mewlûd xwendin. Di cihê bernameyê de posterên Şêx Seîd hate daliqandin û piştî mewlîdê bernameya bîranînê hate lidarxistin.
ÊLİH
Li Êlihê bi hezaran kes ligel germahiya hewayê ji bo nimêja înî ya sivîl hatin cem hev. Ji ber ku cihê ji bo nimêjê hatibû veqetandin tijê bû welatî li bexçeyê secade raxistin û nimêja xwe kirin. Beriya nimêjê Serokê Komaleya Alîmên Olê (DA-DER) Mele Îzzettîn Ege, axivî û diyar kir ku hewceye hikumet ji bo çareseriyê lezgînî gav biavêje. Ege, di axaftina xwe de Şêx Seîd û hevalên wî jî bibîr anî. Piştî axaftinê bi hezaran kes ji bo nimêjê ref girtin.
SÊRT
Li Sêrtê nimêja înî ya sivîl li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê hate kirin. Rêvebirên BDP'ê, endamên meclîsên şaredarî û bajarê giştî û bi sedan welatî di nimêjê de cihên xwe girtin. Beriya nimêjê Mele Mehmet Polat xûtbe xwend û bi hezaran kes nimêj kirin.
HEZEX
Li navçeya Hezex a Şirnexê bi sedan kes li Mala Gel a şaredariyê nimêja înî ya sivîl kirin.
NİSÊBÎN
Nimêja înî ya sivîl li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li Parqa 100. Yil a nêzî Navenda Çanda Mîtannî ji aliyê hezaran kesî ve hate kirin. Di nimêja ku jin jî tevlî bûn de xûtbe hate xwendin.