Bi hezaran kes li Brukselê li dijî faşîzma AKP'ê dimeşin
Kurdistanî û hêzên demokratîk ên li Ewropayê dijîn, ji bo êrîşên qirkirinê yên AKP'ê şermezar bikin, li paytexta Belçîka Brukselê xwepêşandaneke protestoyî lidar dixin.
Kurdistanî û hêzên demokratîk ên li Ewropayê dijîn, ji bo êrîşên qirkirinê yên AKP'ê şermezar bikin, li paytexta Belçîka Brukselê xwepêşandaneke protestoyî lidar dixin.
Çalakî ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-A) û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve tê organîzekirin. Bi hezaran Kurdistaniyên danê sibehê li ber Gare du Nord li hev civiyan, dest bi meşê kirin.
Xwepêşandêr wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên girtî yên HDP'ê hildan û dirûşmên li dijî AKP û Erdogan qîriyan.
Piştî meşê wê li Meydana Shûmanê, ku avahiya Konseya Ewropayê lê ye, mîtîngek were lidarxistin.
Nûnerên saziyên Kurd û Tirkiyeyî tevlî çalakiyê bûn. Çapemeniya Belçîka jî bi baldarî çalakiyê dişopîne.