Bi hezaran kes li benda wergirtina cenazeyê Comert in
Bi hezaran kes li benda wergirtina cenazeyê Comert in
Bi hezaran kes li benda wergirtina cenazeyê Comert in
Nêzî 10 hezar kes ji bo wergirtina cenazeyê Abdûllah Comert ê ji aliyê polêsên Antakyayê ve hat kuştin, li ber Nexweşxaneya Akdenîz radiwestin. Di çalakiyê de endamên KESK û DÎSK'ê jî amade ne.
Girseya gel a li Armûtlûya Antakyayê li cihê Abdûllah Comert hat kuştin li hev kom bû û dest bi meşê kirin. Li gel endamên KESK û DÎSK'ê, hejmara girseyê di demeke kin de bihaşt 10 hezarî. Sekna girseya gel a li ber nexweşxaneyê dewam dike.