Bi hezaran kes ketin Parka Gezî

Bi hezaran kes ketin Parka Gezî

Li ser banga bi navê “Fitara ser rûyê erdê” ya Mislimanên Antîkapîtalîst û Mislimanên Şoreşger bi hezaran kes li Caddeya Îstîklal gihiştin hev.

Ji Galatasarayê heta Qada Taksîm sifre hatin amadekirin. Li ser sifreyê mirov li benda ezanê man û dirûşmayên "Her cih Taksîm her cih berxwedan", "Ev destpêke têkoşîn berdewam e”, "Bijî Biratiya Gelan" hatin berzkirin.

Polîsan ku bi TOMA’yan li ketina Caddeya Îstîklal bend danîn û piştî xwarina fitarê qediya anonsa “belav bibin” kir. Li ser nerazîbana zêde polîsan êrîş nekir û ji Caddeya Îstîklal vekişiyan Qada Taksîm.

Piştî nîv saetê şûnde polîsan benda li ser Caddeya Îstîklal rakir. Girse jî bi dirûşmayan ber bi Parka Gezî meşiya.

Girseya li Parka Gezî li qadê dest bi girtina dîlanên şoreşgerî kir.

Ligel wê derdora parkê ku ji aliyê polîsên di destên wan cop hat dorpêçkirin, li ber avahiya AKM û Qada Taksîmê Tevger û kombûna polîsan berdewam dike.