Bi hezaran kes ji Galatasaray’ê dest bi meşê kirin
Bi hezaran kes ji Galatasaray’ê dest bi meşê kirin
Bi hezaran kes ji Galatasaray’ê dest bi meşê kirin
Li Galatasaray a Stenbolê, piştî ku polîsan ji neçarî ve vekişandin, bi hezaran kes ber bi tunelê ve dest bi meşê kirin.
Li Galatasarayê bi hezaran kesên xwestin bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê 'zincîra ji mirovan' ava bikin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li dijî êrîşa polîsan girseya gel çalakiya rûniştinê lidar xist.
Bi zêdebûna hejmara girseyê re polîs neçar man dorpêçiyê rakin û xwe vekişînin. Li ser vê yekê bi hezaran kes ber bi Tunelê ve dest bi meşê kirin.
Di vê navbrê de, hat ragihandin komek li Taksîmê rastî êrîşa polîsan hatin û neçar man xwe vekişînin Kolana Îstîklalê, li vê derê rastî êrîşa komeke alîgirên AKP û Cemaetê hat. Tê gotin gelek dijberên şer rastî lêdanê hatine.