Bi hezaran kes diherikin ser sînor

Bi hezaran kes diherikin ser sînor

Nerazîbûna li êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya duh a di ser xaka Tirkiyeyê re, mezin dibe. Bi hezaran kesên ji gelek navendan ketin ser rê, diherikin ser sînorê Kobanê-Pirsûsê.

Nerazîbûna li êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya duh a di ser xaka Tirkiyeyê re li hemberî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hat kirin, pêl bi pêl mezin dibe.

Bi hezaran welatiyên ji Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê ketin ser rê, bi armanca destekdayîna berxwedana Kobanê diherikin gundên Miseynter û Mehserê. Heyeteke qelebalix a Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek û parlamenterên HDP'yî, wê îro li gundê Mehserê der heqê êrîşan de daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Girseya gel a li gundê Mehserê civiyane bi dirûşmên ji bo YPG û YPJ'ê berxwedana Kobanê silav dikin.