Bi hezaran Êzidî li gundên xwe yên hatin rizgarkirin vegeriyan
Bi hezaran Êzidî li gundên xwe yên hatin rizgarkirin vegeriyan
Bi hezaran Êzidî li gundên xwe yên hatin rizgarkirin vegeriyan
Piştî ku warên wan ên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin dagirkirin ji aliyê HPG, Pêşmerge û Yekîneyên Berxwedana Şengale (YBŞ) ve hat rizgarkirin, bi hezaran malbatên Êzidî yên li kampên li Şirnex û navçeyên wê bicih bûbûn, li xaka xwe vegeriyan.
Piştî ku Şengal û gundên wê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, bi hezaran malbatên Êzidî ji bo xwe ji komkujiyê rizgar bikin, neçar man xaka xwe biterikînin. Li dû rêwîtiyeke ji neçarî, malbat li kampên li Şirnex, Silopiyayê, Cizîr û bajarên din bicih bûn.
Piştî ku gundên wan di encama operasyonên HPG, Pêşmerge û YBŞ'ê de ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, bi hezaran welatiyên Êzidî li gundê xwe vegeriyan.
Gelek ji malbatên Êzidî ku li Silopiyayê li malan diman, vegeriyan. Êzidiyên li kampan diman jî hema bêjin temamiya wan li gundê xwe vegeriyan. 160 kesên li kampê mane jî amadekariya vegerê dikin. Hezar û 500 welatiyên Êzidî yên li kampên Şirnex û Cizîrê diman vegeriyan gundê xwe, ji bo yên mayî jî seferberiya alîkariyê ya gel dewam dike.
Hevserokê Şaredariya Silopiyayê Seyfettîn Aydemîr ku di rêveberiya Koordînasyona Kampa Silopiyayê de cih digire da xuyakirin ku ji 30 hezar welatiyên Êzidî yên li kampên li Şirnex û navçeyên wê diman, nêzî 10 hezar jê vegeriyane. Aydemîr diyar kir ku piştî HPG, Pêşmerge û YBŞ'ê gundên wan ji çeteyan rizgar kirin, welatiyên Êzidî bi daxwaza xwe vegeriyane.
Aydemîr da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêkên welatiyên Êzidî ew ê her tim alîkariyê bikin û destnîşan kir ku ji bo pêwîstiyên wan ên bingehîn ew her tim amade ne û wê li cem gelê Êzidî bin.