Bi dozeran êrîşê xwendekarên ODTU’Yê kirin

Bi dozeran êrîşê xwendekarên ODTU’Yê kirin

Xwendekarên ODTU’yê li dijî projeya otoyol a herêma ODTU-100.Yil-Çîgdem a Şardariya Mezin a Enqreyê çalakî pêk anîn û polîsan bi dozeran êrîşî xwendekaran kir û 15 kes hatin binçavkirin.

Polîsan li qada çalakiyê saet di 06.30’an de dest bi mudaxaleyê kir. Akrebek, tomayek û du wesayîtên biçavkirinê 10 deqeyan sekinî û piştre herêm terk kir.

Saet di 07.002an de TOMA, akreb, wesayîtên binçavkirinê û polîsên hêzê çevîk ekîbên hilweşînê ligel xwe anîn û li qada ku berê bi têlan hatibû dorpêçkirin, dest bi xebatên hilweşînê kir.

Polîs saet li dora 07.30’an de 15 kes binçav kir û kesên binçav kir jî birin Qerekola Balgat 10 Nîsanê.