Li Parîsê 25 hezar kes tevlî meşa ku hate lidarxistin bûn, li paytexta Avûstûrya Viyana, Trîol û bajarê Manotreal ê Kanadayê jî Kurd û dostên wan li ser lingan bûn.
PARÎS
Li paytext Parîs a Fransayê 25 hezar kes bi dirûşam “Her cih Efrîn e, her cih berxwedan e” êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê protestokirin.
Çalakiya protestoyê ya ku ji aliyê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) ve hate organîzekirin, di pêşengtiya Platforma Xwedîderketina li Efrînê de pêk hat. Di saetên nîvroyê de li gel Kurdistanî, Sosyalîstên Tirkiyeyî, derdorên demokrat û şoreşger, nûnerên partiyên siyasî yên Fransa, nûnerên Sendîkayan li Qada Repûblîqûe yê kom bûn.
Li gel stranên hunermendên TEV-ÇAND Parîsê bi hezaran Kurdistanî dirûşmên “Kurdistan, goristan ji bo faşîstan” û “Bijî Berxwedana Efrînê” qîr kirin.
Girseya gel a di saet 15:00 de ji Qada Repûblîqe ber bi Qada Bastîlê ve dest bi meşê kirin alên YPG/YPJ’ê hildan û dowîzên ku êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û bi taybet Efrînê şermezar dike bilind kirin û li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin dirûşmên “Kujer Erdogan, tetîkkêş Ewropa” qîr kirin.
Li Qada Bastîlê meş vegeriya mîtîngê. Di mîtîngê de fermandar YPJ’ê bi rêya telefonê beşdarî mîtînê bû û axivî. Fermandar wiha got: “Em gelê û welatparêzên ku ji roja yekem ve li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê dayî meşandin li ber xwe didin silav dikin. Dijmin tevî hemû êrîş û teknîka xwe bi ser nakeve. Gelê me wê bi berxwedanê bi ser bikeve.”
Her wiha di dewama mîtînê de Partiya Komunîst a Fransa, Eniya Çep, Partiya Sosyalîst, MRAP û nûnerên gelek partî û saziyan jî peyamên piştgiriya bi Efrînê re dan. Her wiha bêdengiya Fransa û Yekîtiya Ewropa ya li hember êrîşên dewleta Tirk jî hate şermezarkirin.
TÎROL
Li bajarê Tîrol ê Awûstûryayê Kurdistanî û dostên wan çalakî lidar xist.
Beriya meşê mîtîng hate lidarxistin û di mîtîngê de hate gotin ku wê berxwedana Efrînê bi serkeftinê encam bibe û wê faşîzma AKP,MHP’ê têk biçe. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Kujer Erdogan’ , ‘Terorîst Tirkiye’ û ‘Her cih Efrîn her cih berxwedan’ hatin berzkirin.
MONTREAL
Li bajarê Montreal yê eyaleta Qûebec a Kanadayê Kurdistanî û dostên xwe êrîşên dagirkeriyê yên dewlta Tirk protesto kirn.
Gel li navenda Atwater lihev civiya û ehta Place des Arts’ê meşiyan. Meş bi tevlîbûna zêdetirî 300 kesan di seat 11:00’an de destpêkir.
Gel peyama ku dixwestin bigihînin hikûmeta federal, dan hikûmeta eyaletê.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Vîyanayê jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi meş û mîtîngekê hate protesokirin.
Meş û mîtîng dibin pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Vîyanayê ve hate lidarxistin. Kurdistaniyên ji her çar parçeyên Kurdistanê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên ciwanên sosyalîst yên Awûsûrya û partiyên çepgir û sosyalîst ên Tirkiyeyê beşdarî meş û mîtîngê bûn.
Gel seat 13:00’an de li Navenda Opera ya bajêr kom bûn, piştî deqîqeyek rêzgirtinê dest bi meşê kirin. Di demê kombûnê de jî hewldana faşîstan a provakasyonê jî vale hate derxistin.
Di meşê de pankartên li ser nivîsa ‘Artêşa Tirk ji Kurdistanê derkeve’ ,’Save EfrÎn’ , ‘Erdogan terorîstê herî mezin yê cîhanê ye’, al û dovîzên hatibûn amadekirin hate rakirin.
Gel bi dirûşmeyên ‘Kujer Erdogan’ , ‘Terorîst Erdogan’ , ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ , ‘Bijî Berxwedana YPG’ , ‘Bijî piştevaniya navnetewî’ , ‘Efrîn wê ji TC’ê re bibe goristan’ , ‘Her cih Efrîn her cih Berxwedan’ hatin li pêşiya Konsolosxaneya Tirkiyeyê. Li vir gel bi yek dengî gotin ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Terorîst Tirkiye’
Li pêşiya Konsolosxaneya Tirk jî mîtîngek hate lidarxistin. Di axaftinên di mîtîngê de hatî kirin de hate gotin ku Kurdistanî û dostên wan wê ji bo Efrînê li qadan bin. Hate gotin ku bi êrîşên dewleta Tirk re her roj sivîl têne hedef kirin.