Êrîşên li ser Efrînê li Ewropayê têne şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan li Ewropayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û Bakurê Sûriyê şermezar dikin.

Îro li gelek navendan Kurd hatin cem hev û bi dirûşma ‘Her der Efrîn e her der berxwedan e’ meşiyan.

BORDEAÛX

Li Bordeaûxê ya Frsansayê Kurdistanî û dostên wan hatin cem hev û bi dirûşmeyên şermezariyê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

Li ser navê NPA’yê nûnerek axivî û got Erdogan ne tenê ji bo Rojhilata Navîn lê ji bo cîhanê jî gefek e.

STRASBOURG

Li  Strasboûrgê jî Kurd û gelên dî hatin cem hev û li Meydana Garayê saet 14.00’an û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û Bakurê Sûriyê  şermezar kirin. Di çalakiyê de jî ji Fransayê Alsacayê û herêmên Lorraînê bi hezaran kes hazir bûn.

Di çalakiyê de partiyên çepgir ên Fransayê û her wiha partiyên Tirkiyeyî jî destek dane çalakiyan û heta bi Meydana Klêberê bi meşekê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyan ên bi ser Efrînê de şermezar kirin.

Di çalakiyê de alayên PKK, YPG, YPJ’ê hatin hildan û peyam dan ku ew ê bi rihê Kobanê li ber xwe bidin.

Di çalakiyê de bêdengiya hikûmeta Fransayê û Yekîtiya Ewropayê hate şermezarkirin û hate xwestin ku dengê xwe derxin.

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê jî Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de bi deh hezaran kes hazir bûn û hate gotin, ‘’Her der Efrîn her der berxwedan e.’’

Li ser navê Partiya Gel a Sosyalîst parlamenter Holger K. Nîelsen axivî û got nayê qbûlkirin ku welatekî endamê NATO’yê êrîşê bibe ser civakeke ku li dijî terorîzma DAÎŞ’ê têdikoşe.

Her wiha li ser navê Partiya Sor Kesk Pele Drîstel axivî û got ew li cem têkoşîna Kurdan in.

GRAZ

Li Grazê ya Avûstûryayê jî Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de, li ber şaredariya Haûplatzê şermezar kirin.

BRÛKSEL

Li paytexta Belçîka Brûkselê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de bi rengekî girseyî hatin şermezarkirin. Çalakî li Meydana Gare Central bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

 

Di çalakiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate rakirin, her wiha alayên YPG, YPJ’ê hî hatin hildan.

Seraqet dirûşmên ‘dîktator Erdogan’, ‘Faşîst Erdogan’, ‘Bijî berxwedana Efrînê’ hatin berzkirin.