Hewldana êrîşên dewleta Tirk a dagirkirina Efrînê ev 8 roj in dewam dike, her ku diçe li hemberî vê hêrs û kîna Kurdistanî û dostên wan ên li seranserî Ewropayê dijîn mezin dibe. Piştî rojan çalakiyên li kolanên Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan îro jî li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi tevlîbûna deh hezar kesan meş û mîtîngeke heybet hate lidarxistin.
Meş û mîtînga di pêşengtiya Plaftorma Berxwedana Rojava ya Swîsreyê hate lidarxistin, Partiya Sosyalîst a Swîsre, Anarşîstên Swîsreyî û beşên sosyalîst- çepgir, li gel rêxistinên Kurd û Tirkiyeyî Swîsreyî jî di nav de deh hezar kes tevlî bûn.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk êrsa gel di asta herî jor de bû. Ji her beşî û temenî di nava meş û mîtîngê de cihê xwe girtibû. Di meş û mîtîngê de êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin û pankarên berxwedana Efrînê silav dikin û alên PKK’ê û YPG/YPJ’ê hatin bilindkirin.
Deh hezar kesên ku li Qada Helvetîaplatzê kom bûn, ji vir heta Burklîplatzê meşiyan. Di meşê û mîtîngê de nerazîbûn nîşanî helwesta Ewropa ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk hate nîşandan û di meşê de bi yek dengî deh hezarî dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Bijî Berxwedana Efrînê”,”Terorîst Tirkiye” û “Bijî Serok Apo” kolanê Zurîhê hejandin.
‘EFRÎN RÛMET E, BI BERXWEDANÊ WÊ BI SER BIKEVE’
Di meşa ewlehike zêde hate girtin de, çapemeniya Swîsreyî jî eleqeyek mezin nîşan da û bitaybet yekbûna yelên cuda ya ji bo Efrînê bal kişand. Di tevahî meşê de ciwanên Kurd dirûşma “Efrîn rûmeta Gelê Kurd e” qîr kirin peyama “Me çawa li Kobanê li ber xwe da, em ê li Efrînê jî li ber xwe bidin û bi ser bikevin” da.
BEAT JANS: EM BÊDENG NAMÎNIN, DIVÊ NY BIKEVE NAVA TEVGERÊ
Meşa bi heybet a bi tevlîbûna deh hezaran kesî li Helvetîaplatz despêkirî, bi mîtîngekê li Burklîplatzê dom kir. Di mîtîngê de destpêkê Parlamenterê Partiya Sosyalîst (SP) yê Swîsreyê yê Federal Beat Jans axivî û êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê bi tûndî rexne kir û wiha got; “Tirkiyeyê li Efrînê qanûna navnetewî tine hesiband. Divê Netewên Yekbûyî û hêzên Navnetewî li dijî Tirkiyeyê bikevin nava tecgerê. Tirkiye li Efrînê sivîlan qetil dike û êdî em ji bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin re bêdeng namînin.”
ELEWIYAN: LI DIJÎ YEZÎD EM RABIN SER LINGAN
Di mîtîngê de li ser navê Federasyona Yekîtya Elewiyan a Swîsreyê axaftin hate kirin û banga piştevaniya Efrînê hate kirin. Di berdewamiya axaftinê de wiha hate gotin; “Li dijî Yezîd rabûna ser lingan erkê me hemûyane."
‘KESÊN KU AGIR ANÎN MALA ME DE WÊ DI MALA XWE DE RIHET NE RÛNIN’
Li aliyê din di mîtîngê de li ser navê rêxistinên Swîsreyî, Kurdistanî û Tirkiyeyê axaftin hate kirin. Di axaftinan de hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk hate rexnekirin û berxwedana Efrînê hate silavkirin. Di axaftinan de wiha hate gotin; “Dema ku malên me dişewitînin, wê ti kes di mala xwe de birihet ne rûne’.
Mîtîng piştî axaftinan bi dirûşmeyên berxwedanê bi dawî bû.