Bi derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' re wê her kes qezenç bike!

Bi derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' re wê her kes qezenç bike!

Aktîvîstê Kurd Memed Aksoy ê mêvanê bernameya bi navê Sputnik a televîzyona Russia Today a bi pêşkêşiya parlamenter George Galloway bû, piştî ku rewşa dawî ya li Kobanê nirxand diyar kir, ku derxistina PKK'ê ji nav 'lîsteya terorê' re wê her kes qezenç bike.

Sînemavan-nivîskar Memed Aksoy beşdarî bernameya Sputnik a televîzyona Russiya Today bû, ku ji aliyê parlamenterê Partiya Hurmetê ya Qratiya Yekbûyî (Respect Party) George Galloway ve hat pêşkêşkirin û rewşa dawî ya li Kobanê nirxand.

KOBANÊ NAVÊ XWE DI PIRTÛKÊN DÎROKÊ DE DINIVÎSÎNE

Pêşkêşvanê bernameyê parlamenter George Galloway bi gotina "Kobanê ne Stalingrad e, lê belê bajarê Kurdan ê li Sûriyeyê Kobanê, navê xwe di pirtûkên dîrokê de dinivîsîne" dest bi bernameyê kir û destnîşan kir ku barbariya DAIŞ li herêmê dike, êdî bi gotinan nayê vegotin.

Memed Aksoy rewşa dawî ya li Kobanê anî ziman û piştî behsa serdestiya leşkerî ya hêzên YPG'ê kir, anî ziman ku ew hêvîdar e di dema herî kurt de DAIŞ ji Kobanê bê derxistin.

Aksoy da zanîn ku Tirkiye ji rêveberiya xweser a Kurdan a li Rojava aciz e û destnîşan kir ku Tirkiyeyê demekê alîkarî dida El Nûsra û ev alîkariyên Tirkiyeyê bi rê û rêbazekê di kesayetiya DAIŞ'ê de dewam dikin. Aksoy got, "Di hedefa projeyên Tirkiyeyê yên weke Herêma Tampon û herêma li firîna balafiran qedexe de, ne DAIŞ rejîma Esad heye. Tirkiye dixwaze ji Sûriye heta Iraqê li seranserê sînor desthilatdariyeke Sunnî bibîne û dixwaze ev yek jî xizmetê ji armancên wê yên îdeolojîk re bike."

JINÊN CIWAN PÊŞEROJA XWE DI VÊ SÎSTEMÊ DE DIBÎNIN

Ji bo pirsa "Çima ewqas jinên ciwan li eniya şer in" Aksoy ev bersiv da: "Ev yek bi sekna îdeolojîk a tevgera Kurd ve girêdayî ye. Ji wekheviya zayendî, civaka û sîstema demokratîk û komunal bawer dike. Ev mirov pêşeroja xwe di nava vê sîstemê de dibînin. Sîstema li Rojava hemû derdor û nasnameyan bi awayekî demokratîk di nava xwe de vedihewîne. Ev yek jî wê bibe sîstemeke model a ji bo Rojhilata Navîn. Lewma ev jin û ciwan pêşeroja xwe di nava vê sîstemê de dibînin û beşdar dibin."

DERXISTINA PKK'Ê JI 'LÎSTEYA TERORÊ' WÊ XIZMETÊ LI AŞTIYÊ BIKE

Ji bo pirsa li ser derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteya terorê' Aksoy diyar kir ku yekane rêya çareseriya li Tirkiyeyê derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteya terorê' ye û got, "Eger Yekîtiya Ewropa dixwaze ji aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn re xizmetê bike, hingî divê PKK'ê ji 'lîsteya terorê' derxîne. Bi vê yekê re wê pêvajoya aştiye ya li Tirkiyeyê bilez e. Derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' wê rewşa 'qezenç bike-qezenç bike' biafirîne."