Bi dehan kesên ku êrîş şermezar kirin hatin binçavkirin

Îro jî 29 kesên ku êrîşên dagirker ên bi ser Efrînê de hatin rexne kirin hatin binçavkirin.

Rejîma AKP-MHP’ê operasyonê li wan kesan dike ku li ser medya civakî êrîşên Efrînê, ya ku wê dawî wan bîne rexne dikin. Li Tirkiyê û Kurdistanê gelek nûçegihan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê bi operasyone hevdem 17 kes hatin binçavkirin ku di nav wan de Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Aydin Çetînkaya, Hevserokê Bajêr ê Îzmîrê Çerkez Aydemîr, rêvebera Navçeya Balçova Semra Mîra jî hebûn. Ên ku hatine binçavkirin birin Şûbeya TEM’ê ya Midûrîyeta Emniyetê.

MANÎSA- DENÎZLÎ- MÛGLA

Diyar bû ku li Manîsa û Denîzlî jî 6 kes hatin binçavkirin. Li Muglayê jî 4 kes hatin binçavkirin û her wiha Hevseroka Bajêr a HDP’ê Fatoş Ay û rêveberê HDP’ê Mehmet Polat jî hatin binçvkirin. Kesên ku hatin binçavkirin birin Mîdûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

MÊRDÎN

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê berê sibehê polîsan avête ser avahiya Rêxistina Navçeyê ya HDP’ê. Avahî bi wesayitên zirxî hate pêçan û polîsan avahiya partiyê li bin guhê hev xist. Piştî lêgerîna çar saetan polîsan dest li ser wêneyên sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez û pankartan danî.

Her wiha duh Hevserokê Navçeyê yê HDP’ê Ferhat Kut hatibû binçavkirin.

AMED

Li Amedê nivîskara malpera T24 Nûrcan Baysal hate binçavkirin. Dema ku bi ser mala Baysal de girtin deriyê mala wê şikandin. Baysal hê li Şûbeya TEM’ê ya Midûrîyeta Emniyeta Bajêr a Amedê tê girtin.

Di heman operasyonê de nûçegihan Îsmaîl Eskîn jî hate binçavkirin. Di dema serdegirtinê de gelek mêvan û zarokên li malê di odeyekê de asê kirin û berê çekên lûlediran dane wan.

STENBOL

Li Stenbolê Rêveberê Giştî yê Weşanê yê rojnameya Halkin Nabzi û nivîskarê Artî Gerçekê Îshak Karakaş ji malê hate binçavkirin. Karakaş birin Midûrîeta Emniyeta Bajêr a Stenbolê.

Her wiha bi ser mala nivîskar Azîz Tûnç de jî gritin ku ev 2 sal in li derveyî welêt dijî.

ENQERE

Li Enqerê jî duh polîsan operasyon dane destpêkirin, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Hayrî Demîr û Nûnera Arti Tv ya Enqerê Sîber Hurtaş û Rêveber Fatîh Kanat binçav kirin.

Her wiha nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Seda Taşkan ku 20’ê Kanûna 2017’an hatibû binçavkirin û piştî 4 rojan bi kontral edlî hatî berdan li Enqerê hate binçavkirin.