Bi çavê medyaya dinyayê: Zindana Amedê

Di navbera salên 1981 û 1984’an de li hovîtiya dewleta Tirk, grevên birçîbûnê yên şoreşgerên Kurd, rojiyên mirinê û darizandinên li Zindana Amedê ji aliyê çapemeniya dinyayê ve dihat şopandin.

Piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an kadroyên pêşeng ên PKK’ê jî di nav de bi sedan welatparêz û şoreşgerên Kurd xistibûn zindana Amedê. Piştî êşkenceya bi mehan û hovîtiyê PKK’yî piştî Nîsana 1981’ê ji aliyê dozger û dadgerên artêşa Tirk li dadgehan hatin darizandin.

Di wan darizandinan de çapemeniya dinyayê hay ji rêxistineke bi navê PKK’ê bûn. Rojnameya The Gûardîan a Îngîlîzan di hejmara xwe ya di 14’ê Nîsana 1981’ê de qala doza PKKê û dîroka Kurdan kiribû û gotibû, “Piştî têkbirina serhildana Kurdan a dawîn a di salên 1920’î de, li Tirkiyeyê tê payîn kı dozeke di 50 salên dawîn de pêk nehatiye, bi mehan bidome.”

Derbarê PKK’yiyên di sala 1981’ê de di Zindana Amedê de bûn, çapemenî, medya û ajansên dinyayê her tim nûçe çêdikirin lê di sala 1982’an de dema ku hovîtî zêde dibe û berxwedaneke dîrokî ya şoreşgerên Kurd tê kirin, ev nûçe ji nişka ve qut dibin. Saziyên medyayê yên ku li hemberî çalakiya dîrokî ya kadroyê pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan ku di Newrozê de kiribû û çalakiya rojiya mirinê ya di 14’ê Tîrmehê de bêdeng mabûn, hovîtî û berxwedana di zindana Amedê de di salên 1983 û 1984’an de ji dinyayê re ragihandine.

NÛÇEYÊN LI SER KEMAL PÎR

Dema ku mirov li çapemeniya Tirk a wê demê dinerin, nûçeyên têkildarî yek ji pêşengên berxwedana 14'ê Tîrmehê balê dikişînin. Rojnameya Mîlliyetê di hejmara xwe ya 10'ê Îlona 1979 reva Kemal Pîr a ji Girtîgeha Rihayê bi vî rengî ragihandibû:

“Li girtîgeha Rihayê 5 hikumxwar û 4 girtiyan bi şev dîwar qul kirine û reviyane. Kemal Pîr ê ku Serokê MHP’ê Rihayê kuştibû, Şadan Ozçîmen, Şeref Yaşar, Hîdayet Sarikanê ku mêr kuştine, Ethem Erol, Nîhat Bozbûran, Hîlal Dûrdû, Alî Yazgan û Halîl Oncuyên ji esrarê hatine girtin, dîwarê qawîşê qul kirine û dema nobet dihate guhertin, reviyane.”

Çapemeniya Tirk di nav kadroyên pêşeng ên Tevgera Apoyî de bi tenê qala girtina Kemal Pîr dike. Rojnameya Mîllîyetê di 10’ê Kanûna 1981’an de derbarê şoreşgerên wê demê hatine girtin de qala Kemal Pîr dike û dibêje, “Kemal Pîr ê ku yek ji pêşengê rêxistina derqanûnî ya Apoyîyan e, tevlî 11 cînayet û 30 şêlandinê bûye. Kemal Pîr diyar kiriye ku ew berpirsê Herêma Anadoliya Başûrê Rojhilat e û serokê rêxistinê Abdullah Ocalan jî li Lubnanê ye.”

KEMAL PÎR: ŞOREŞ NE TÊN ÎXRACKIRIN Û NE JÎ TÊN ÎTHALKIRIN

Bi qasî mehekê beriya rojiya mirinê ya di 14’ê Tîrmeha 1982’an de Kemal Pîr li dadgehên leşkerî yên dewleta Tirk axivîbû û bala çapemeniya Tirkan kişandibû. Rojnameya Cûmhûriyetê bi sernavê “Bersûcek: Şoreş ne tên îxrackirin û ne jî tên îthalkirin” û derbarê ku artêşa Sovyetê ketibû Efganistanê bi vî awayî qala helwesta PKK’ê dikir:

“Di darizandina bersûcên koma Amedê ya rêxistina PKK’ê de, Endamê Komîteya Navendî Kemal Pîr got, ‘PKK’ê derbarê bûyera Efganistanê fikreke wê hebû û piştgirî didayê. Lê di hin waran de rexneyên me jî hebû. Ango şoreş tên îxrackirin û ne jî tên îthalkirin’ Dema ku dadger pirs kir jî Pîr got, ‘Ez qebûl nakim ku şoreş wê di bin yekdestiya Rûsyayê de be. Di vê dagirkeriyê de dibe ku 3 milyon Efgan şerpeze bibin. Li herêmê bi milyonan kes dijîn. Ji ber ku em bawer dikin ev çalakî wê ji bo sûda van mirovan be, jiyana beşeke biçûk dikarî fedayî beşa mezintir were kirin.”

Rojnameyên The New York Tîmes, The Gûardîan û Washîngton Post ên ku ji ajansên navneteweyî yên wekî Reûter, AP û AFP’ê nûçe werdigirtin di navbera salên 1981 û 1984’an de zindana Amedê, berxwedana şoreşgeran û darizandinên dewleta Tirk wisa nivîsandibûn.

Tirkiye li hemberî serhildêrên Kurd dest bi êrîşê kirin (The New York Tîmes, 1’ê Nîsana 1981)

Heta niha çalakiyên neteweperwerên Kurd di raya giştî de hindik hatin diyarkirin. Di meha Îlonê de rayedarên leşkerî dest danîn ser rêveberiya Tirkiyeyê û armanca wan ev e ku anarşiya mezin têk bibin. Heman rayedaran bi awayekî zelal diyar kirine ku wan biryareke siyasî dane. Nêta wan ev e ku li hemberî ‘gefa Kurdan’ têbikoşin.

Di TV’yan de rastiya derbarê terorê tê pêşkêşkirin (Reûters, 8’ê Nîsana 1981)

Yek ji milîtanê PKK’ê yê hatiye girtin Mehmet Gîrgîn diyar kir ku ji bo perwerdehiya bombeyê ew şandine Lubnanê û li wê derê wî bi dehan kes dîtine ku hatine perwerdehiya leşkerî. Piştî heft mehan ew dîsa şandine Tirkiyeyê. Piştî êrîşeke li dijî leşker û polîsan di şer de hate girtin. Ji nav 2331 milîtanên PKK’ê bi tenê Gîrgîn hatiye girtin. Doza 447 milîtanan jî wê roja Duşemê li Amedê were destpêkirin. Sûcê wan ev e ku 243 kes kuştine.

Herêmên di bin kontrola PKK’ê de ye Hîlwan, Sêwreg û jê wêdetir. Kalek di roportajê de dibêje “Hemû kesên li wan deran dijîn dikevin bin bandora Apoyiyan û ji ber ku li wê derê dewlet tune.” Li gorî kesekî mamoste li 52 gundên Hîlwanê 47 gund di bin kontrola PKK’ê de ye. Alayên Tirk û sembolên neteweyî hatine qedexekirin.

Kurdên li Tirkiyeyê li dadgehê ne (The Gûardîan -14’ê Nîsana 1981’ê)

Duh li dadgeheke leşkerî ya li Amedê bi giştî 447 çepgirên Kurd hatin darizandin û dozgerê leşkerî xwest li 97 kesan cezayê mirinê were birîn. Piştî têkbirina serhildanên Kurdan ên di sala 1920’an de di dîroka Tirkiyeyê ya 50 salan de, dibe ku ev doz bi mehan bidome. Li eywana dadgehê Kurdên bi şalwar û simbêl hene. Piştî ku artêşê di Îlonê de desthilatdariya Tirkiyeyê bi dest xist, piraniya wan jê çepgir, komên neteweperwerên Kurd tên darizandin.

Nasyonalîstên Kurd têne darizandin (The Globe and Maîl, 14'ê Nîsana 1981'ê)

Dadgeh 450 kesî dest pê kir, ku têne tawanbarkirin tevgera Kurd a netewî ava kirine, bi rengê ku Başurê Rojhilat ê Tirkiyê jî vedihewîne. Dozgerên leşkerî bi îdîaya ku 'terorê' li herêm Kurd dikin û bûne sedem mirina 243 kesî, derheqê 97 endmên koma Apoyî cezayê îdamê xwest. Dozgeriyê got bi sedan çekên otomatîk, teqemenî û rokêtetar hatine bidestxistin û îdîa kir gerîlayên Apoyî li kampên Filîstînê hatine perwerdekirin. Kesên ku hatin darizandin gotin ew dadgehê nasnakin. Van kesan diyar kirin îlhama xwe ji navê lîderên xwe Abdullah Ocalan girtine, yê ku derketiye derveyî welat.''


440 milîtanên Apoyî li ber dadgehê ne (Milliyet, 14'ê NÎSANA 1981'an)

Dadgeha Leşkerî ya nimroya 2'an a Fermandriya Rêveberiya Jidiyayî ya Amedê û ya Kolorduya 7'an ya darizandina bersûcên endamên rêxistina çepgir ku li nv raya giştî weke 'Apoyîyan' têne zanîn dest pê kir. Ji 2 hezar û 331 bersûcî rapirsîna 447'an ji van temam bû û di danişîna duh de nasnameya wan hate tespîtkirin. Dadgeha Llşkerî ya Rêveberiya Jidiyayî bi seroktiya Dadgerê Hewayî Serdar Hançer Şenkon kom bû û di danişînê de Dadgerê Efser Emrullah Kaya û Nîyazî Erdogan peywirdar bûn. Ji bersûcan ku di nav wan de efserên hewayî yên qidembûyî, polîs, psîkolog, mamoste, muxtarê gund, memûrê zabitayê yê şaredariyê jî hebûn, hate diyarkirin yek jî Şaredarê Hîlvanê ye.

Di doza Apoyiyan de îdîname hate xwendin (Cumhuriyet, 15'ê Nîsana 1981'an):

Di îdîanameyê de tûzûka PKK'ê bi temamî tê de cih girt. Hate gotin Partî ji hicre, komîteya gund, komîteya mehalî, komîteya navendî, polîtburo, komîteya kontrol û îstîxbarî, sekreteriya giştî ya partiyê pêk tê, ji 7 kesên komîteya navendî sê jê her wiha Lijneya Rêveber in.  Hate gotin Komîteya  Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistanê ji Sekreterê Giştî yê bi navê kod welat, Abdullah Ocalan (Apo), Cemîl Bayik ê bi navê kod Şiyar, bi navê kod Birîndar Duran Kalkan, bi navê kod Heval Mehmet Hayrî Durmuş, bi navê kod Azad Mehmet Sungur  pêk tê.


44 Kurdên ku serhildêr têne zanîne hatin girtin (New York Tîmes, 28'ê Hezîrana 1982'an)

Hêzên ewlehiya Tirk 44 Kurdên ku serhildêr têne zanîn li gund û deverên çiyayî girtin. Ji darbeyê û vir ve 2.000 Apoyî hatin girtin. Ji van 400 jê bi çarçoweya doz ku li dadgeha leşkerî didome bi talokeya cezayê mirinê re rû bi rûne .Bersûc têne sûcdarkirin ku Tirkiyê parçe bikin û dewleteke Kurdî ya Marksîst û Lenînîst ava bikin.

Girtî êşkenceya li girtîgehên Tirk dibêjin (AFP, 19'ê Îlona 1983'an)

Ji hezarî zêdetir girtiyên li girtîgeha leşkerî ya Amedê ya li rojhilatêbaşurê Tirkiyê li dijî êşkence û terbiyekirina birçîbûnê girêv birçîbûnê dane destpêkirin. Li gorî belgeyeke 55 rûpelî ku Mahmût Guven ê girtî nivisiye û şertên girtîgehê dibêje, di dest AFP'ê de ye, li gorî vê belgeyê 100 girtiyên PKK'yî yên cihêxwaz 2'yê Îlonê 'rojiya mirinê' dane destpêkirin. Piştre ev hijmar bûye hezar.

Kurd di girêva birçîbûnê de ne (The Guardîn, 22'yê Sibata 1984'an)

Ji 100'î zêdetir bersûcê terorê yên Kurd ji bo prorestokirina îdîaya êşkenceya sistematîk a li girtîgeheke lekerî dest bi girêva birçîbûnê kirin.  Serhildana li girtîgehê û mirina heft girtiyan di navbeyna rayedarên leşkerî û milîtanên Amedê de bû sedeme rageşiyên nû.

12 grevkarên birçîbûnê mirin (Washîngton Post, 19'ê Adara 1984'an)

Van heftiyên dawî li girtîgehên Tirkiyê 12 girtî li dijî êşkence û lêdanê di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan.


Ozal girêva birçîbûnê tine dihesibîne (The Guardîan, 20'ê Hezîrana 1984)

Serokwezîrê Tirk Ozal got wê daxwazên girtiyên girêva birçîbûnê neyê bicihanîn. Îsal ya ku tê zanîn 10 girtî jiyana xwe ji dest dan. Di nav daxwazên girtiyan de statûya siyasî, azadiya gerê ya li nav zindanê, mafê rêxistiniya komî, serdanên parêzer û malbatan a bê kontrol, xwegihandin hemû weşanan, TV û radyoyan û rakirina cezayê mirinê heye.


Kurd girêva birçîbûnê diqedînin (AFP, 29'ê Hezîrn 1984'an)

Girêva birçîbûnê ya ku beriya bi sê heftiyan li girtîgeha leşkerî ya Amedê dest pê kirî piştî peymana di navbeyna girtiyan û îdareya girtîgehê de bidawî bû. Derbarê naveroka peymanê ti agahî nehate bidestxistin.  Protestoyên ku li dijî êşkece û şertên nebaş dest pê kirin berê xwe gihartibû û şeş girtiyan xwe şewitandibûn. Girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane Kurdên cihêxwaz in.  Li girtîgehê 2 hezar girtiyên Kurd ji ber sedemên siyasî hatine girtin.