Bi bombekirinên balafirên Rûs gelek sivîl hatin kuştin

Hate gotin li Sûriyeyê bi bombekirina balafiren Rûs gelek sivîl hatin kuştin.

Li gorî Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ((SOHR) ku navenda wê li Londrayê ye, li qada Zardanê ya Idlibê di encama bombekirina balafirên Rûs de 18 ‘sivîl’ hatin kuştin. Li gorî daxuyaniyê gelek kes birîndar bûn û di bin kavilên avahiyan de, ku hedefa bombeyan bûn, dibe ku gelek term hebin.

Di daxuyaniyê de hate gotin dibe ku hijmara miriyan zêdetir be û sivîlên birîndar ji 50 kesî zêdetir in.

Rûsya ji Îlona 2015’an ve rasterast desteka leşkerî dide rejîma Sûriyeyê. Beriya niha jî li gelek bajaran di bombekirinan de ku îdîa dikir armanc komên çete yên Îslamiyên radîkal in, gelek jîgehên sivîl hatin bombekirin.

Rûsyayê û rejîma Esad van demên dawî hiştibûn ku gelek çeteyên li bajarên dorpêçkirî yên Sûriyeyê derbasî Idlibê bibin.