Bi berhemên gundan hewl didin debara xwe bikin
Kurdistaniyên ku di salên 1990'î de neçar man ji Kurdistanê koçî Stenbolê bikin, bi berhemên ku xizmên wan ji gundan dişînin li dijî krîza aboriyê li ber xwe didin.
Kurdistaniyên ku di salên 1990'î de neçar man ji Kurdistanê koçî Stenbolê bikin, bi berhemên ku xizmên wan ji gundan dişînin li dijî krîza aboriyê li ber xwe didin.
Gundiyên navçeya Tetwan a Bedlîsê berhemên xwe yên çandiniyê dişînin xizmên xwe yên li Stenbolê ku ji ber krîza aboriyê tengav bûne. Kurdistaniyên ku di salên 1990'î de ji ber zexta dewletê neçar man koçî metropolan bikin, li taxên nêzî hev bic ih bûn û bi vî rengî hesta xwe ya neteweyî winda nekirin.
Berhemên ku her sal di mehên Cotmeh û Mijdarê de li Bedlîsê tên barkirin piştî hefteyekê digihêjin Stenbolê. Xwediyên eşyayan jî hemû ji gundekî ne. Bi hev re koçber bûn. Li ser her kîsekî navê malbatekê hatiye nivîsandin. Penêr, hingiv, sêv, tirşî, gûz, kundir hwd. ji wan re hatine şandin.
Ozan Eren anî ziman ku berhemên bi vî rengî ji gund tên dibin alîkar ku ew zivistanê xwe pê xwedî bikin û got, "Li gund kekê min heye. Kîloya penêr li vir 30 TL ye. Kekê min penêrê ku têra malbatê bike şand. Bi vî rengî em dikarin li dijî krîza aboriyê li ber xwe bidin."
Fîkret Eren jî got, "Me koç kir. Piştî bi salan extiyarên me neçar man vegerin. Nekarîn li van deveran bimînin. Eger ev eşya neyên mirov nizanin ku bi mûçeyên kêmtirîn çawa karibin debara xwe bikin."
Aydin Ogûz jî diyar kir ku ew dikarin van ji devera lê ne bikirin, lê belê bi vî rengî alîkarî ji wan re dibe û got, "Dayik û bavê min li gund in. Ji bo tenduristiya xwe bi zeviyan re mijûl in. Di vê demê de jî dişînin. Bi kedeke mezin şandin."
Kesekî ku nexwest navê xwe eşkere bike got, tevî koçberiyê ya ku me li ser piyan dihêle bêhna ji xaka me ye.