Bi armanca şermezarkirina binçavkirinan ber bi emniyetê ve meşiyan

Bi armanca şermezarkirina binçavkirinan ber bi emniyetê ve meşiyan

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Gimgimê polîs û leşkeran bi maşînên zirxî avêtin ser malan û 7 kes kirin binçavan. Bi armanca şermezarkirina binçavkirinan sê hezar kes ber bi Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê ve meşiyan.

Li navçeya Mûş Gimgimê, bi sedan polîs û leşkerên Tirk bi maşînên zirxî li navenda navçeyê avêtin ser malan û 7 kes kirin binçavan. Di serdegirtinên malan de ku deriyên malan hatin şikandin, heqaret û sixêf li mirovên di malan de hatin kirin. Polîsan welatiyên bi navê Ûygar Yavaş, Ûmût Han, Recep Bîngol, Zana Ataç, Mehmet Tûrgût, Bayram Deger û Bedrî Toprak kirin binçavan.

Polîsan 7 kesên kirin bin çavan bigirin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Bi armanca şermezarkirina serdegirtin û binçavkirinan 3 hezar kes bi dirûşman ber bi Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê ve meşiyan. Girseya gel piştî meşê çalakiya rûniştinê lidar xist û heta vê gavê li ber emniyetê disekine.