Beyza Bûldag ya xwendekara Zanîngeha Mîmar Sînan hate girtin

Bi îddîaya ‘Berê gel daye dijminatî û nefretê’ xwendekara Zanîngeha Mîmar Sînanê Beyza Bûldag hatiû destgîrkirin. Piştî sewqa dadgehê Bûldag hate girtin.

Destê sibehê polîsan li Bûcaya Îzmîrê girtibûn ser mala Beyza Bûldag a ku xwendekara Zanîngeha Mîmar Sînanê ye û endama Rêxistina Ciwanan a Şaxa Stenbolê ya Ciwanên Sosyalîst û Şoreşger (SDG) e. Bûldag hatibû destgîrkirin.Bûldag anîn Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê û bi îddîaya ‘Berê gel daye dijminatî û nefretê’ew girtin.

Ciwanên Sosyalîst û Şoreşger li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kiribûn ku Bûldag bi hinceta li dijî qeyyûmê Bogazîçiyê koma WhatAppê ava kiriye û hatiye destgîrkirin.

Di çarçoveya protestoyên Bogazîçiyê de berê jî 8 xwendekar hatibûn girtin.